ZEXTA LI SER ZIMAN Û HUNERA KURDÎ
YÊN DUH WÎ DERXISTIN SER DIKAN ÎRO STRANÊN WÎ QEDEXE DIKIN
Her çiqas desthilata AKP’ê bêje “zimanê kurdî û stranên kurdî” serbest in jî, lê qedexekirin û astengiyên li ser ziman û hunera kurdî roj bi roj zêdetir dibin.
Li Batmanê roja 14’ê tebaxê HDP, KCD, DBP û TJA’yê li Qada Newrozê mitîngek lidar xist.
Girseyê li ber strana “Serhildan jiyan e” ya Şivan Perwer, govend gerand.
Desthilata faşist, derbarê 13 kesên li ber stranê govend gerandine lêpirsîn da destpêkirin.
Hevserokên rêxistina HDP’a Batbanê, lêpirsînê wek rewşek “trajîkomîk” pênase kirin.