Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zext û zilma li ser girtiyan

 

ZEXT Û ZILMA LI SER GIRTIYAN
DEST DANÎN SER QURANA MELE QASIM

Wezîrê Karên Hûndirîn Suleyman Soylû 10’ê Kanûnê li parlemena Tirk de HDP kiribû hedef.

Piştî vê axaftina Soylû, li Şirnexê polîsan bi ser malan de girtibûn û 33 kes binçavkiribûn.

Ji 33 kesan 20 kes hatibûn girtin.Yek ji kesên ku hatiye girtin jî, Mela Kasim Yîgît e.

Mela Kasim ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin, hefteyekê di hucreyê de hatibû hiştin û di sermayêde hatiye hiştin.

Di hevdîtina ku Mela Kasim herî dawî bi malbata xwe re kir de ragihand ku ji bo destnîmêje bigirin avê nadine wan.

Kurê Mela Kasim Yîgît ê girtî, Nûrettîn Yîgît anî ziman ku rêveberiya Girtîgeha Şirnexê li dijî bavê wî nêzîkatiyeke li dijî hiqûqê dide meşandin û got: “Qurana ku me jê re şandî jî radestî wî nekirine û destdanîne ser.

Li aliyê din parêzerê Mela Qasim diyar kir, ji ber ku Mela Kasim lêgerîna tazî qebûl nekiriye rastî zextên fizîkî hatiye.

SIYASETA KUŞTINÊ YA LI ZÎNDANAN
GIRTÎ MEHMET ŞERÎF ASLAN: EWLEKARIYA CAN Ê ME NÎNE

Li aliyê din li girtîgeha Tekîrdaxê girtiyê bi navê Vedat Çem Erkmen bi awakî gûman jiyana xwe ji dest dabû.

Rayedarên Tirk bi îdîaya xwekuştiye, di 19’ê kanûnê de cenazeyê Vedat Çem Erkmen radestî malbatê kiribû.

Ji zindanên Tirk di nava mehekê de 7 cenaze derketin û malbatên girtiyan jî ji canê xizmên xwe yên girtî
metirsîdarin.

Hevalê Vedat Çem Erkmen yê hucrê Mehmet Şerîf Aslan agahî da malbata xwe ku jiyana wî jî di bin xetereyê de ye.

Mehmet Şerîf Aslan ji malbatê xwest, ji bo ewlekariya jiyana wî, serî li komeleya mafên mirovan bide.

Xizmên wî li hemberî êriş, xetere û zextên li zindanan banga hestiyariyê li raya giştî kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv