Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zerrîn Rûken: Heke Kurd hemû beşdarî berxwedanê bibin, wê serketinek mezin bê bidestxistin

 

ENDAMA KONSEYA RÊVEBER A KJK’Ê ZERRÎN RÛKEN
“HEKE KURD HEMÛ BEŞDARÎ BERXWEDANÊ BIBIN, WÊ SERKETINEK MEZIN BÊ BIDESTXISTIN”

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Zerrîn Rûken mêvana Bernameya Taybet a Medya Haberê bû.

Zerrîn Rûken li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bal kişand ser berxwedana mezin û dîrokî ya gerîla.

Û got, heke Kurd bi tevahî beşdarî vê berxwedanê bibin, wê serketineke ji ya Garê mezintir bi dest bixin:

Berxwedana pîroz wê teqez biserkeve.

Garê û Heftanînê nîşanî me da, ku berxwedana gerîla wê biserkeve.

Ev serketin wê bibe ya tevahiya gelê Kurd û Rêber Apo.

Êrişa dewleta Tirk, êrişeke pîlankirî ye.

Êriş li rasta salvegera Qirkirina Ermenan anî.

Di nava vê êrişê de hêzên navneteweyî jî hene.

Dixwazin bi destê dewleta Tirk a faşîst qira Kurdan bînin.

Dîsa jî ne xwedî wê hêz, îrade û rêveberiyê ne ku vê yekê bi ser bixin.

Ji ber ku dewleteke qabîliyeta xwe ya rêveberiyê ji dest dayî, nikare li ber gerîlayan bisekine.

Li ber çavê tevahiya cîhanê di êrişan çekên kîmyewî bi kar tîne.

Dewlet hemû li hemberî vê yekê bêdeng in û hevparên vî sûcî ne.

Dixwazin bi PKK’yeke hatî qelskirin re rûnin.

Lê dizanin, tiştekî wiha nabe û bi pêşengiya jinan li dijî vê yekê berxwedaneke mezin heye.

Êrişa dewleta Tirk li dijî hukûmeta Başûrê Kurdistanê ye jî.

Divê gelê me yê Başûr vê yekê baş bizane.

Her wiha êriş serxwebûna hukûmeta Iraqê û statuya wê jî dixin nav xeteriyê.

Divê PDK û YNK van êrişan li dijî xwe bibînin.

Divê gelê me yê Başûr di nava vê berxwedanê de cihê xwe bigire.

Hingî em ê serketineke ji ya Garê mezintir bi dest bixin.

Ev hêza jinan û gelê Kurd heye, divê tevahiya hêzên Kurd bibin yek û em refên xwe xurt bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv