Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Zendûra… Keleha Azadiyê

 

ZENDÛRA… KELEHA AZADIYÊ
“EM BI RIHÊ LEHENGÊN ZENDÛRA ŞER DIKIN”

23’yê Nîsanê dewleta Tirk li dijî herêmên parastina Medyayê dest bi êrişên berfireh kir.

Yek ji deverên di hedefa vê êrişê de Girê Zendûra yê Metîna bû.

Hê di kêliya pêşî ya êrişê de gerîlayên li Zendûra bi Fermandariya Rêber Zana dest bi berxwedaneke mezin kirin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker ketibû rewşeke welê, ku tenê bi balafir, helîkopter û ji qereqolên li ser sînor Zendûra bombe dikin.

Her wiha gazên bi jahr, çekên kîmyewî li dijî gerîlayên di tunelên şer de bi kar anîn.

Dîsa jî dikir û nedikir, nedikarî encamekê bi dest bixe.

Ji bo vê yekê PDK li herêmê xist dewrê.

5’ê Hezîranê PDK’ê tevî wesaîtên zirxî û çekên giran, hêzeke zêde şand herêma Metîna û êrişî gerîla kir.

Gerîlayên bi fermandariya Rêber Zana li ber xwe didan, neçar man pozîsyona xwe ji ber vê êrişkariya PDK’ê biguherînin.

Dema pozîsyona xwe guhertin ji 10 heta 12’ê Hezîranê şerekî mezin li dijî dagirkeriya Tirk kirin.

Fermandar û milîtanên Zendûra Rêber, Hêjar, Têkoşer, Bahoz, Botan û Nûman bi vî şerê xwe gerîlayên din ên li Zendûra bi saxî û silametî gihandin baregehên wan.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Metîna derheqê vê destana hevrêyên xwe de ji Stêrk Tv re axivîn.

Bernameya Zendûra… Keleha Azadiyê di Stêrk Tv de hat weşandin.

Gerîlaya YJA-Starê Berfîn Rêbaz dibêje, ew bi ruhê lehengên Zendûra li Metîna şerê li dijî dagirkeriyê dikin.

Gerîlayê HPG’ê Cesûr Roboskî jî dibêje, ew ê bi çalakiyên xwe silavê bidin berxwedana lehengên Zendûra.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv