Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: ‘Planên Tirkan yên dagirkeriyê û helwestên li hember’

 

DI BIN SIYA GEFAN DE DIYALOGA BI ŞAMÊ RE
DILDARÊ AMEDÊ / XWEBÛN

Di bin siya gefên artêşa tirk û çekdarên girêdayî wê yên li dijî herêmên Xweseriya Demokratîk, Rûsyayê dîsa bangên xwe yên ji bo diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Şamê de dike. Rûsyayê di van rojên dawî de dîsa bi heyeteke Rêveberiya Xweser re hevdîtinan dike û di van civînan de dê rê û rêbazên diyaloga bi rejîmê re werin nîqaşkirin.

Gefên dawî yên dewleta tirk li dijî herêmên cuda yên wekî Til Refat a gundewarên Helebê û heta Til Temîr a Hesekê û Eyn Îsaya Reqayê berdewam dikin.

Wiha xuya dike ku Rûsya di bin siya van gefan de dixwaze ku Rêveberiya Xweser tawîzên mezin bide rejîmê û herêmên di bin kontrola xwe de bispêre rejîmê. Lê Rêveberiya Xweser jî di ferqa vê yekê de ye û dibêje; ku ji bo diyalog pêk were divê taybetmendiya herêma Rêveberiya Xweser were naskirin û destkeftiyên herêmê yên ku bi bedelên giran hatine bidestxistin werin parastin.

Nêzîkatiyên rejîmê ji van diyalogan heta niha, nêzîkatiyên ku nedihatin qebûl kirin bûn. Rejîm dixwaze rewşê vegerîne wekî beriya sala 2011’an ango her tişt vegere bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê lê kurd jî vê yekê tu caran qebûl nakin.

Rayedarên Rêveberiya Xweser, gelek caran dubare dikin ku ew ji diyalogê re amade ne û ew dikarin bê şert û merc dest bi vê diyalogê bikin.
(…)

Niha hem Rûsyayê zextê li Rêveberiya Xweser dike hem jî gefên hikûmeta tirk û çekdarên girêdayî wê berdewam dikin. Lewre jî beriya şerekî leşkerî yê ku dibe pêk were niha şerekî dîplomasiyê heye.
(…)

Ji aliyekî din ve li gorî agahiyên rayedarên QSD’ê li seranserê xetên sînor ên di navbera wan û artêşa tirk de her dem ji bo bersivdayîna êrîşan di haziriyê de ne.

Her ku zext û gefên hikûmeta tirk li dijî herêmê zêde dibin ewqasî destê Rûsyayê jî li herêmê xurt dibe, ji ber ku di dema dawî de li hin deverên Eyn Îsa û Til Temirê hêzên xwe bicih kiriye û tevgera xwe ya li herêmê zêde kiriye.

Ev tevgerên Rûsyayê yên dawî gelek peyaman dide aliyên cuda. Ji Tirkiyeyê re dibêje ku ew ne razî ye ji pêkanîna operasyoneke leşkerî. Ji Amerîkayê re dibêje ku ev herêm herî dawî dê bikeve bin destê min. Ji Rêveberiya Xweser re jî dibêje ku hûn bi ya min nekin dê artêşa tirk hin deverên din bixin bin desthilatiya xwe.

Her wiha ji rejîmê re dibêje sûdê ji van zext û gefan bigire û diyalogeke li gorî dilê xwe bi Kurdan re bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv