Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: PDK hevkariyê kûr dike 23.12.2020

 

ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ
PDK HEVKARIYÊ KÛR DIKE

Kesê bi navê Serbest Lezgîn di televizyonê de dibêje; PKKê ji bo Kurdan tiştek nekiriye û divê ji Başûr derkeve. Weke din dixwaze ji Şingalê jî derkeve. Sirf bi navê xwe, yan jî bi navê hikumeta Başûr PKKê ji hêzên din re dike hedef. Halbiku gerîlayên PKKê ji sala 1982yan ve li Başûr dimîne. Bi taybetî li şûna ku Şingal li bo Serbest bibe ciyê şermê, di nava kêferatê de ye ka wê çawa PKKê bixe tengayiyê û Êzîdiyên ji komkujiyê re hiştîn bi navê wan ti rêxistin neminin. Jixwe piraniya Êzîdiyan li Şingalê namînin. Ji ber DAIŞê reviyan yan çûn Ewropa yan jî di kampên koçberan de ne.

Dema DAIŞê êrişî Şingalê kirî ji ewlekariya wir PDK û pêşmerge berpirs bûn. Jimara pêşmergeyan jî bi hezaran bû. Fermandarê wan jî Serbest Lezgîn bixwe bû. Kê ferman da pêşmergeyan ku bê teqandina fişekekê dev ji Şingalê berdin. Divê Serbest bi navê gel li dadgehekê were darizandin. Kî bû sedem ku bi hezaran Êzîdî hatin kuştin, bi hezaran bûn dîl, bi hezaran jinên Êzîdî li bazara dîlan hatin firotin? Nikare bêje, “şer e, me şer kir lê hêza me têrê nekir.” Lewre bi DAIŞê re hîç neket nava şer û bi sedhezaran Êzîdiyên bêçek û bêparastin hiştin di nava lepên DAIŞê de.

Dibêje, “bila ji Şingalê derkevin, ne yên vir in.” Bi vî awayî dixebite ku gelê Başûr bike dijber û serê Êzîdiyan jî tevlîhev bike. Dibêje; “hêzên biyanî yên biçek” û di serî de Iraq ji Emerîka û Tirkiyê re dike hedef. Her kes dizane ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyan gerîla çû Şingalê. Dema ku ew ji Şingalê direviyan gerîla berê xwe da wir. Pêşiya qirkirineke mezin girtin. Êzîdiyên mayîn parastin û ji perwerdeya wan ya ji bo xweparastinê xwerbirêxistinkirinê re bûn alîkar. Ji bilî vê tişteke ketî destê gerîla nîne. Dema gel bi kêrî xwe hat jî hêzên xwe yên bingehî ji wir kişandin. Derdê PDKê bi zanebûn, xwebirêxistinkirin û bûna Êzîdiyên ya îradeyê ve têkildar e. Weke bere wê ew bimeşînin, hukum li wan bikin û dasthilatdariya xwe mayînde bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv