Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: Îbrahîm Biro û çembera xiyaneta kûr 03.12.2020

 

ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ
ÎBRAHÎM BIRO Û ÇEMBERA XIYANETA KÛR

Di vê pêvajoya krîtîk û dîrokî de ka wê Kurd yekîtiya xwe çêkin yan wê di binê piyên dagîrkeran de biperçiqin? Pirsgirêka bingehî ev e. Yên weke Îbrahîm Biro li şûna ku têkoşînê bidin, berdêlan bidin û li gorî berjewendiyên gel siyasetê bikin, berjewendiyên şexsî û malbatî li pêşiya her tiştî digirin. Bi devê dewleta tirkî rastiyê berûvajî dike û li dijî kesên ji bo Kurdistanê li ber xwe didin diaxive.

Li Şingalê li hemberî DAIŞê kê li ber xwe da? Li Kobanê û li Rojava di şerê li hemberî DAIŞê de kê 11 hezar şehîd dan? Çend şehîdên Îbrahîm Biro û ENKSê hene? Ev kesên wiha çawa ku ti bedel nedane malbatên xwe revandine derve û di destê Tirkan de bûne lîstok. Şirîkên dagîrkerên Efrîn û Serê Kaniyê ne. Îbrahîm Biro û ENKS nahizirin jî ku hesabê vê bidin gelê Kurd. Her tim dibêjin, Rojava, Şingal û bakurê Kurdistanê di kontrola PKKê de ne. Ji ber wê dewleta tirkî çiqas bikuje û dagîr bike mafê wê ye. Komkujiyên dewleta tirkî rewa dikin. Niha jî dibêjin, li pêşiya hevdîtinên ENKS û PYNKê de Qendîl asteng e. Bi rastî ev mirovin rezil in. Emerîkiyên tevlî hevdîtinan dibin şahid in ka kî durist e.

Di nava PYNKê de bi dehan partî hene. Heyetên wan hene, nîqaş dikin û biryarê didin. Yên bi zikê xwe û hişê xwe bi Barzanî ve girêdayî nikarin biryarê bidin. Bê Barzanî ENKS nikare yek gavê biavêje. Ka wê tevlî hevdîtinan bibin yan ne û ka wê çi biparêzin çi neparêzin Barzanî diyar dike. Bila bizanin Qendîl çiqas dibine êrişan de be, Tirkiye çiqas dijminiya Kurdan bike bila bike, hin Kurd çiqas di nava teqana xiyanetê de biteqinin bila biteqinin, gelê Kurd dev ji heq, ked û azadiyê bernade.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv