Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: Erdogan li hemberî welatên erebî dest bi dûvhejandinê kir 19.03.2021

 

ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ
ERDOGAN LI HEMBERÎ WELATÊN EREBÎ DEST BI DÛVHEJANDINÊ KIR

Faşîzma Erdogan wisa kir ku Sûriye bibe gêra xwînê. DAIŞ û El Nusra jî di navê de piştgiriya her koma çekdar kir û sînorê xwe ji wan re vekir. Idlib jî di navê de niha bi hezaran leşker û tank û topên xwe li wir bi cî kirine. Beşeke girîng ya Sûriyê di destê xwe de digire. Bi navê pêvajoya Astana eniyeke dijberî Kurdan afirand. Rûsyaya bi berjewendîperestiya xwe Tirkiye kir şirîka Sûriyê. Rûsya niha nizane ka çi bike. Nade ber çavê xwe ku li Idlibê bi Tirkiyê re şer bike. Lewra li pişta wê NATO û Emerîka hene. Rêveberiya Şamê jî ji demokrasiyê re girtîye. Eger bi hêzên bakur-rojhilatê Sûriyê re bibe yek, wê tecrîda Tirkiyê hêsan bibe. Wê Sûriye bi ser xwe ve were. Lê rejim weke salên berî 2011an maye. Dixebite ku Beesê zindî bike.

Eger Rûsya giraniya xwe dayne û rejimê bikişîne lihevkirina bi hêzên bakur-rojhilatê Sûriyê, wê barê tevan sivik bibe. Wê bahaneyên dagîrkeran ji destê wan bên derxistin. Ev modela demokratîk wê baweriyê bide gel jî û Erebên niha li cem Tirkan jî wê piraniya wan jê dûr bikevin. Rûsya ji ber berjewendiyên xwe wisa kir ku Tirkiye bibe hêzeke bixeter. Tirkiye niha bi Ixwaniyan rejimên Ereban tevan tehdîd dike. Li hemberî artêşa Sûrî ya fermî, artêşeke ji çeteyan bi navê “Artêşa Sûriyê ya Milî” ava dike. Amadekariyê dike ku ciyên dagîr kirîn bi ser erdê xwe ve bike. Li wan ciyan dibistanên bilind û zanîngehan vedike. Tirkiye dema van dike, çawa ku henekê xwe bi dinyayê bike dibêje, em li hemberî yekbûna erdê Sûriyê rêzdar in.

Hefteya borî dîsa daxuyaniyeke wisa da. Vê carê li şûna Îranê Qeter kişandine cem xwe. Xuya dike ku vê carê nikarîne Îranê tevlî civînê bikin. Weke din bi qasî ku tê dîtin her tişt weke daxwaziya Erdogan nameşe. Li hemberî rêveberiya Misrê ya berê û Sîsî qîreqîra wî bû. Bi gotina qatil e, dijminê demokrasiyê de Sîsî piçûk dixist. Li hemberî daxuyaniya Yekîtiya Ereban digot, “Welatên Ereban tev bi qasî Tirkiyê nabin.” Baş e çi bû ku Erdogan niha dibêje em amade ne bi Misir û Erebistana Siûdî re têkiliyên xwe rast bikin? Qebûl dike ku xetakiriye? Rexneya xwe dide? Na. Ji ber ku li hundir û derve tengav bûye. Bi vî halî şansê wan yê meşê nemaye. Eger ne ji polîtîkaya rêveberiya Şamê û Rûsya ya dikeve xizmeta Erdogan be, wê zûtir ji hev bikevin. Ji bo ku pêşiya şkestina xwe bigire, li milekî dixebite bi Israîlê re, li milekî bi welatên erebî re têkiliyên xwe rast bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv