Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: ‘Dem hatiye ku pehîn li Erdogan bê xistin’

 

DEM HATIYE KU PEHÎN LI ERDOGAN BÊ XISTIN
ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ

Erdoganê faşîst Tirkiye xist rewşeke pir xirab. Şerê li dijî Kurdan didomîne bû sedem ku welet bikeve krîza aboriyeke giran. Erdogan her tişt xist destê xwe û bingehê dîktatoriyeke faşîst danî. Hikumeta faşîst ne ji bo gelê xwe tenê, bû bela serê dinyayê jî. Digel ku bîst sal in desthilat e bi kursî ve zeliqiye.

Hemû cîhan destê xwe ji DAIŞ, El Nusra û bermayiyên wan kişand. Lê Erdogan ev hêzên çekdar ku bi deh-hezaran e xistiye bin parastina xwe. Ji Libya heta Azerbeycanê ev hêz ji bo şer şandine gelek deverên dinyayê. Ewropa jî di navê de dinyayê bi koçberan û terorê tehdîd dike.
(…)

Bi spîkirina pereyên reş û trafîka tiryakê li cîhanê teşhîr bû. Dinyayê tevî jê daye stû. Niha jî Tirkiye xistiye nava xizaniyeke giran û krîza aboriyê. Li dinyayê û herêmê her kes dixwaze ji Erdogan rizgar bibe. Di hilbijartineke bê kirin de şansê wî yê serketinê jî nemaye.
(…)

Li Tirkiyê mûarede her ku diçe xurttir dibe. Gelê Kurd bi giranî li hemberî vê desthilata faşîst e. Erdogan rewşeke ku bi hemleyekê serûbin bibe. Lê hêzên weke Amerîka û Ewropa hêjî dixebitin ku temenê Erdogan dirêj bikin.
(…)

Her kes dibîne ku Erdogan niha li qaşilê zebeş vedigere û stûyê xwe li ber dewletên erebî xwar dike. Lê sedemek nîne ku dewletên erebî têkiliyên xwe bi vî faşîstî re baş bikin. Yên di zorê de ne Ereb in. Yê dixwaze têkiliya xwe bi Misir, Îmaratên Erebî û Siûdiyan re xweş bike Erdogan e. Dixwaze navbera xwe û Israîl jî xweş bike. Çend dolarên ji Ereban werin wê ji bo wî bibe ava heyatê.

Li hundir rewşa aborî xirab e. Baş e ji bo çi nûnerên Îmaratê diçin Enqere. Soza deh milyar dolarî didin. Pêwîstiya Îmaratê bi tişteke wisa nîne. Niha nûçe tên ku dixwaze bi navbeynkariya Qeterê navbera xwe û Siûdiyan xweş bike. Îmarat û Siûdî dizanin ku bêyî Amerîka nikarin gaveke wisa biavêjin. Baş e çima Amerîka dixebite ku temenê Erdogan dirêj bike?

Yûnanistan ku endamê NATO’yêye jî di bin gefa Tirkiyê de ye. Ji bo pêşîgirtina vê Amerîka neçar ma hêzên xwe li Yînanistanê bi cî bike. Başe, geloi çima tevî veh rastiyan hemûyî Amerîka hêviya çi ji Erdogan dike? J. Biden ji Tirkiyê nerihet e ku venexwend civîna demokrasiyê jî. Me berî niha jî gotibû; bi taybetî ji ber rola xirab a ku li Sûriyê dilîze divê Amerîka û Rûsya piştgiriya Tirkiyê nekin. Dewleta tirk her roj gefan li gelên Rojava û Sûriyê dixwe. Di rewşekê de ku her kes dixwaze şer biqede, Erdogan amadekariya komkujî û dagîkeriyeke nû dike.
(…)

Bi alîkariya Rûsya û Amerîkayê, li Efrîn û Serê Kaniyê yên dagîrkirî qirkirina neteweyî dike. Amerîka û Rûsya van baş dizanin lê ji bo berjewendiyên xwe dengê xwe nakin.

Heta ku hêzên weke Amerîka destekê bidin wî, Erdogan wê li ber xwe bide û xirabiyên xwe bidomîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv