YPJ’Ê LI HERÊMA FIRATÊ 8’Ê ADARÊ BI ŞAHIYEKÊ PÎROZ KIR
DI MERASÎMÊ DE SOZA RIZGARKIRINA BAJARÊN DAGIRKIRÎ HAT DAYÎN
Şervanên YPJ’ê yên herêma Firatê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şahiyekî pîroz kirin.
Beriya şahiyê mersîma leşkerî pêk hat.
Di merasîmê de ji Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrîk axivî û bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê.
Piştî axaftina fermandar Sozdar Dêrîk şervanên jin 8’ê Adara hev pîroz kirin û şahiyek lidarxistin.
Di şahiyê de şervanên jin stran gotin, govend gerandin û şanoyên ku amadekiribûn pêşkêş kirin.
Ahenga 8’ê Adarê ya şervanên YPJ’ê ya herêma Firatê bi gerandina govendê bi dawî bû.