Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

YPJ: ‘Têkoşîna me wê dagirkeriyê bişkîne û tola nirxên me hilîne’

 

NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYA YPJ
TÊKOŞÎNA ME WÊ DAGIRKERIYÊ BIŞKÎNE Û TOLA NIRXÊN ME HILÎNE

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ’ê têkîldarî gora şehidan ku li Efrinê ji aliyê dewleta Tirk ve hat vekirin daxuyaniyek nivîskî weşand.

YPJ’ê di destpêka daxuyaniya xwe de nav û wêneyên cenazeyên di wan goran de yek bi yek eşkere kir.

YPJ destnîşan kir kû dewleta Tirk dixwest şervanên kurdan weke failên gorên komî nişan bide lê ev armanca wê pêk nehat.

Tevahiya gelê Efrînê şahide şervanên ku sala 2018’an di têkoşîna Berxwedana Serdemê de şehîd bûn li vê goristanê hatibûn defin kirin.

Yên sivîlan dikujin û davêjin gorên komî hêzên dewleta tirk bi xwe ne.

YPJ da diyarkirin ku li dijî vê êrîşa hovane na be ku mirovek jî bêdeng bîbîne.

Saziyên Navnetewî, Neteweyên Yekbuyî dewletên Yekitiya ewropayê li dijî kirinên dewleta Tirk bêdeng dimînin.

Hêzên girêdayî dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî rojane mirov direvînin ê êşkence dikin.

Niha jî destpêkirine gorên şervanên me xirab dikin, weke gorên komî nişandin didin.

Divê ti kes li dijî vê êrîşa hovane bêdeng nebîne.

YPJ di dawiya peyama xwe de da diyarkirin ku ewê gorî peywir û berpirsyariya ku dîrokê daye wan tevbigerin û têkoşîna azadkirina Efrînê bidomînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv