BERÊ XWE DA BOTANÊ, DI PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ DE AKTÎF ROL LÎST…

Berê wê her dem li Bakurê Kurdistanê bû. Ji bo bigihêje eşq û heqîqeta gerîlatiyek rast di sala 2004’an de berê xwe da herêma Botanê. Roleke çalak di xurtkirina pêngava 1’ê Hezîranê de lîst. Li her devera qadên Botan û Mêrdînê, di her bihosteke vê xakê de şopa ked û tekoşîna hevala Aryana heye. Piştî ku vegeriya Başûr, perwerdeya Akademiya Şehîd Zilan dît û careke din di sala 2014 an de bi Hevrê Botan Hakkari û Hevrê Soro Amed re berê xwe da Bakurê Kurdistanê û di fermandariya eyaleta Mêrdînê de cihê xwe girt. Bi destpêkirina pêvajoya berxwedana rêveberiyên xweser ên 2015-2016’ê bi xwe wek fermandarek pêşeng tevlî şerê bajaran ên li vê eyaleta me bû. Bi taybet wek fermandarek jin li bajarê Dêrika Çiyayê Mazî pêşengiya şerê bi faşîzma herî kor û tarî ya serdemê re kir. Wek hevrêyên xwe Xebatkar, Rûken, Yildiz, Êrîş, Çiyager, Zeryan û Axînan bi baweriya ku ‘li ser xaka Kurdistanê ji faşîzmê re cih tine ye’, li ber xwe da, şer kir û şer birêve bir. Fermandariya hevala Aryana îspat kir ku jina Kurd a azad bûye xewnereşka pergala faşîst û ji bo wê her cûre êrişan tînin ser jinan. Di demekê de ku her cûre êrîşên bi armanca qirkirinê li ser Rêbertî, gel û gerîlla hatibû destpêkirin wek fermandarek jin pêşengtiya şerê gel ê şoreşgerî kir û hemû pîlanên qirêj û konsepta tinekirinê vala derxist.

XWEDÎ LI ERKA XWE YA DÎROKÎ DERKET

Fermandar Aryana dema vegeriya Başûrê Kurdistanê her tim û her kêlî dixwest careke din vegere Bakur û xeyal û hêviyên şoreşa azadiyê ya Bakurê Kurdistanê pêk bîne. Ji bo wê jî di destpêka sala 2017’an de tevlî perwerdeya bîrdozî ya Ocaxa Sakîne Cansiz a PKK ê bû. Ezmûn û zanebûna xwe ya di şerê gel ê şoreşgerî de parve kir, nîqaş kir û hewl da kêmahiyên di vê mijarê de bi hêza bîrdozî û rêxistinî ya partiyê bide derbaskirin. Bi vî awayî bi lêhûrbûna ku di vê dibistanê de kiriye careke din tevlî pêvajoya azadiya Rêber Apo û şikandina tecrîd û mêtîngeriya li ser gelên Kurdistanê bû. Bi vê baweriyê careke din bi ruhek fedayî di xebatên me yên HPG û YJA Starê de cihê xwe girt û heta dema şehîd jî bû, xwedî li erkên xwe yên dîrokî derket.

Fermandara me ya pêşeng Aryana piştî rêwîtiya xwe ya 21 salan a dûr û dirêj ji Hîlwanê heta bi Mêrdîn û Botanê, ji Bakur heta Başûrê Kurdistanê, herî dawî mixabin di meha Mijdarê de dema ji ber nexweşiya pençeşêrê tedawî didit, ji ber vê nexweşiyê şehîd bû. Me ewladek giranbuha yê vê xaka pîroz, jinek şoreşger û berxwedêr a Hîlwanê û di heman demê de fermandarek jin a pêşeng şehîd da. Tekoşîna bê dawî ya 21 salan a hevrê Aryana wê îdîa û baweriya me ya ji bo serxistina xeyal û hêviyên wê xurttir bike.

Li ser vî esasî em di serî de sersaxiyê ji malbata wê ya welatparêz û hêja ku xwediyê gelek şehîdan e, malbatên şehîdan û gelê me yê li herêma Hîlwanê û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Wek biryargeha YJA Starê em soz û peymana xwe ya bi hevrê Aryana re nû dikin û soza xurtkirina tekoşînê didin.”