Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

YJA-Star: ‘Gelê me û ciwan divê şerê gel ê şoreşgerî bi pêş ve bibin’

 

“HER GERÎLAYEKE YJA STARÊ FEDAYÎYÊ AZADIYA RÊBER APO YE”
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STARÊ: KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ RÛREŞ KIR

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de komploya navnetewî bi hesta mezin a tolhildanê hate şermezarkirin û şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi derketina Rêber Apo re xeyalên mêtingeriyê yên hêzên komploger ên li ser Rojhilata Navîn derbeke mezin xwarin:

Rêber Apo Kurdê azad afirand û bi vî rengî hişmendiyeke azadiyê da gelên Rojhilata Navîn.

Komploya 15’ê Sibatê li dijî Kurdîtiya azad, li dijî hişmendiya azadiyê ya civakê hate kirin.

Ev şerekî taybet e ku xwe dispêre talankirina îrade û hişmendiyê.

Di şexsê Rêber Apo de xwestin hebûna mirovahiyê înkar bikin.

Înkar jî cezayê herî mezin e ku li hebûnê tê ferzkirin.

YJA Starê destnîşan kir ku Rêber Apo projeya sed salî ya hêzên hegemonîk a li Rojhilata Navîn pûç kir û diyar kir ku wî ji bo gelên bindest ên li Rojhilata Navîn paradîgmaya neteweya demokratîk ava kir.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STARÊ:
YEKANE RÊYA RIZGARKIRINA RÛMETA MIROVAHIYÊ KOMBÛNA LI DORA RÊBERTÎ YE

Fermandariyê ragihand ku mirovahî êdî baş zane ku kopmploger dixwazin dengê rastiyê li nava dîwarên Îmraliyê bê girtin:

Felsefeya jiyanê ya Apoyî ku her roj bêhtir cîhanî dibe, mizgîniya têkçûna dîrokî ya komplogeran dide.

Yekane rêya rizgariya rûmetê ew e ku em bêhtir li dora Rêbertî kom bibin.

Ji ber vê yekê jin, ciwan, ji heft heta heftê salî her divê niha dengê xwe bilindtir bikin.

Her çalakî, her gava ku ji bo hilweşandina dîwarên Îmraliyê, wê çalakiya herî esîl a dîroka azadiyê be.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STARÊ:
GELÊ ME Û CIWAN DIVÊ ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ BI PÊŞ VE BIBIN

YJA Starê îşaret bi girîngiya mezinkirina têkoşînê kir û xwest li her qadê li dijî komplogeran çalakî bi pêş bikevin:

Em bang li gelê xwe bi taybetî jî li ciwanan dikin.

Parêznameyên Rêbertî bixwînin û bi vê têgihiştinê şerê gel ê şoreşgerî bi pêş ve bibin.

Biryardariya bingehîn a li ser şerê gel ê şoreşgerî jî îdîaya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ye.

Ev biryardarî bi taybetî ji bo me jinan hinceta me ya şer û jiyanê ye.

Lewma artêşbûna jinê ya YJA Starê ji bo jinên cîhanê mînaka şênber a bilindbûna azadiyê ye.

Di daxuyaniyê de bi navê jinên YJA Starî bang li jinan hemûyan hate kirin ku bibin YJA Starî û xwedî li azadiyê û Rêberê azadiyê derkevin:

Her gerîlayeke jin a YJA Starê fedayiyeyeke azadiyê ya Rêber Apo ye.

Rêber Apo ji bo me fermandarê şer û jiyanê ye.

Li ser bingeha fermanên wî yên azadiyê em ê jiyana mezin a azadiyê ava bikin.

Bi şervaniya jiyanê ku her kêliya xwe bi Rêbertiyê re ye em ê tola herÎ mezin ji dijmin hilînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv