YJA STAR’Ê NEWROZ PÎROZ KIR
“EM JI HER DEMÊ BÊTIR NÊZÊ SERKEFTINÊ NE”
YJA-Star’ê bi daxuyaniyaniyekê, cejna Newrozê li şehidan, li rêber Apo û li gelê Kurd pîrozkir.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
Bi keda bi deh hezaran şehîdan em 50 saliya meşa azadiyê ya Rêber Apo pîroz dikin..
Her agirê Newrozê wê baweriya bi azadiyê xurtir bike û bibe qêrîna raperînê ya gel.
YJA STAR’Ê NEWROZ PÎROZ KIR
“HETA KU RÊBERÊ ME AZAD BE WÊ ÇEKA ME TIM BITEQE”
YJA-Starê da xuya kirin di dîrokê de ev cara yekem e ku gelê kurd ewqas nêzî azadiyê ye û ev bang li gel kir:
“Tekoşîna me ya ku her kêliya wê raman, fedakarî û wêrekiyeke mezin e, bi her kêliyê dijmin kezebreşî dike.
Şerê şoreşgerî yê gel ku bi gerîla re gihaştiye hev wê bibe derba dawî li dijmin.
Bi vê baweriyê em Newroza Rêbertiya xwe, şehîdên xwe û gelê xwe pîroz dikin.
Û ji herkesî dixwazin ku bi hemû hebûna xwe ve tevlî vê şoreşê bibin û dakevin qadên Newrozê.