SALVEGERA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
YJA-STAR: BI RIHÊ FERMANDAR EGÎD EM Ê LI BER XWE BIDIN Û BIGIHÎJIN SERKETINÊ
Fermandariya Bîryargeha Navenda YJA-Starê li ser 38 saliya pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand.
YJA Star balê dikişîne ser vana xalan:
15’ê Tebaxê berxwedana li dijî dagirkerîyê ye, hesabpirsîna ji dîrokê ye.
Îradeya azadbûn û parastina hebûna gelê Kurd e.
Gelê kurd bi xêra vê rojê bû yek ji aktorên sereke yên Rojhilata navin.
Bi îfadeya rêber Apo, mîna zûlfîkarê di destê Hz. Elî de fermandarê mezin Egîd jî bû şûrê di destê gel de.
Ji bo avakirina jiyana azad li dijî faşîzim û dîktatoriyê bû hêza tolhildana dîrokê.
Fermandariya YJA-Starê hêzên Navnetewî ku di şerê li hemberî kurdan de piştgirî didin dewleta tirk rexne kir û wiha got.
Dewleta Tirk îro bi desteka NATO’ê êrişî desketiyên gelê Kurd dike.
Lê dîsa jî, têkoşîna 37 salan, bi pêşengtiya jin û ciwanan hîn mezintir bû.
Dîktatoriya faşîst ya tirk berbi rojên xwe yên dawî ve diçe.
YJA-Starê li ser artêşbûna jinê jî ev nirxandin kir.
Artêşbûna jinê bû bersiva dîrokî ya tolhildana ji koletiya jinê û hişmendiya mêr.
Fermandarên mîna Hava, Xanim, dîsa şopdarên wan Ezîme,
Jiyan, Saadet, Zîlan, Bêrîtan bûne şopdarê xeta jinê ya şer dike ciwan dibe.
Fermandariya Bîryargeha Navenda YJA-Starê têkoşîna îro gerîla li dijî dagirkeriyê dimeşîne bi bîrxist û got:
Gerîla di serîd e Zap, Avaşîn, Metîna, Botan, Dersim, Serhed û çar aliyên Kurdistanê bi rihê Egidwarî şer dikin.
Bi biryar û xwedî îradene ku armancên şehîdan bigihînin serketinê.
Divê gelê me jî bi şerê gel ê şoreşgerî beşdarî vê pêvajoyê bibe û li dora rêber APO çemberek ji agir ava bikin.