YEKITIYA PARLAMENTERÊN EREBÎ
MAFÊ DEWLETA TIRK NÎNE AVÊ LI SER ŞÊNIYÊN HESEKÊ QUT BIKE
Dewleta tirk a dagirker ev demeke avê li ser herêma Hesekê qut dike.
Yekitiya Parlamentoya Erebî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û nerazîbûna xwe eşkere kir.
Yekitiyê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku ew ji ber kirinên dijminahî yên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê bi rêya qutkirina avê li ser şêniyên Hesekê rast nabînin û ji ber vê rewşa heyî metirsîdar in.
Yekitiyê kirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li Yekitiya Ewropayê, tevahiya hêzên aştîxwaz û rêxistinên mafê mirovan kir ku li dijî vê xwedî helwest bin.
Her wiha Yekîtiyê bang li dewleta Tirk kir ku rêzê ji mafên cîrantiyê re bigire û mudexeleyî karên hindirîn ên Sûrî neke.