YEKÎNEYÊN TOLHILDANÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ AGIRÊ BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN
Yekîneyên Tolhildanê li Amed û bajarên Tirkiyê encama çalakiyên kirine eşkerekirin.
Yekîneya Tolhildanê bang li ciwanên Kurd kirin da ku li dijî faşîzmê agirê berxwedanê geş bikin.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed diyar kir ku 20’ê Tîrmehê li ser rêya Seyrantepe ya Yenîşehîr a Amedê li dijî mînîbuseke leşkerî ya servîsa şevê dikir, çalakî kirine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji du baskan ve bi teqemeniyan çalakî hatiye kirin û piştî çalakiyê gelek ambûlans hatine cihê bûyerê, lê hejmara kuştî û birîndaran tespît nekirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku yekîneya wan bi rengekî serketî ji cihê bûyerê veqetiyaye.
Yekîneyê ragihand ku çalakî ji bo bîranîna fermandarê wan ê pêşeng Şehîd Esmer Devrîm û Şehîd Ûlaş Adali hatiye kirin.
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Baran Dersim jî ragihandin ku 16’ê Tîrmehê li Stenbolê li Taxa Kartal Topselvî Yaliyê 3 wesayitên ‘faşîstên AKP’yî’ û heman şevê 2 wesayitên Doblo ên Îgdaşê şewitandin.
17’ê Tîrmehê jî li Kartalê 3 wesayitên ‘faşîstan’ û li sîteya polîsên dagirker 4 wesayit hatin şewitandin.
18’ê Tîrmehê li Taxa Esenyalî jî pîqabek û erebeyek şewitandin.
19’ê Tîrmehê jî li Taxa Gaziyê 2 wesayitên riyên bejahiyê hatin şewitandin.
20’ê Tîrmehê jî li Ramiyê depoyeke zad û li Kuçukkoyê jî markêtek, li gel vê 17 wesayit ji hêla ‘yekîneyên tolhildanê’ ve hatin şewitandin.
Yekîneyên Tolhildanê bang li ciwanên Kurd kirin ku li dijî faşîzmê agirê berxwedanê geş bikin.