Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Yekgirtûya Îslamî: Yekîtî dikare rê li êrişên dewleta Tirk bigire

 

XEBATÊN KNK’Ê YÊN JI BO YEKRÊZIYÊ
YEKGIRTÛYA ÎSLAMÎ: YEKÎTÎ DIKARE RÊ LI ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BIGIRE

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xebatên xwe yên li Başûr didomîne..

Heyeteke di bin serokatiya hevserok Zeynep Murad ev 3 roj in bi partî û aliyên siyasî re hevdîtinan dike.

Heyeta KNK’ê li bajarê Hewlerê serdana Yekgirtûya Îslamî kir.

Piştî civînê daxuyniyeke çapemeniyê hat dayîn.

Endamê meclîsa siyasî ya Yekgirtû Mihemed Hawdiyan îşarwet bi metirsiyên heyî kir û got:

Yekîtî dikare rê li ber êrişên dewleta Tirk bigre.

Hevserok Zeynep Murad da zanîn ku erka her Kurdekî ew e dijî dagirkeriya dewleta Tirk berpirsyartiya xwe nîşan bide.

XEBATÊN KNK’Ê YÊN JI BO YEKRÊZIYÊ
HEYETA KNK’Ê SERDANA AŞÛRIYAN KIR

Heyeta KNK’ê paşê çû serdana Hizba Beyit Elnehrînî ya Aşûriyan.

Di hevdîtinê de qala dagirkeriya dewleta Tirk û metirsiya wê kirin.

Hizba Beyit Elnehrînî ragihand ku ew li gel yekrêziya aliyên Kurdistanê ne.

Û ji bo pêşîgirtina êrişa çi erke bikeve ser milên wan ewê bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv