Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

YBŞ: ‘Fermandarê me Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn’

 

ÊRIŞA DEWLETA TIRK A LI DIJÎ ŞENGALÊ
YBŞ: FERMANDARÊ ME SEÎD HESEN Û BIRAZIYÊ WÎ ŞERVANÊ YBŞ’Ê ÎSA XWEDÊDA ŞEHÎD BÛN

Dewleta Tirk a dagirker danê nîvro bi balafiran êrişî navenda Şengalê kir.

Balafirên şer wesaîtek li navenda bajêr kirin hedef.

Yên pêşî gihîştin cihê êrişê dayîkên Şengalî bûn û gotin, ev êriş komployeke.

Dayîkan ji ber ku rê li ber êrişan nagirin, hukûmeta Iraqê û artêşa wê şermezar kirin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê jî têkildarî êrişê daxuyaniyek da.

Û ev agahî parve kirin:

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, biraziyê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn.

3 sivîlên bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces û Mîrza Alî jî birîndar bûn.

YBŞ’ê destnîşan kir, ku ev êrişên dewleta TIrk dewama êrişên ji bo qirkirina Êzîdiyan e û got, beriya 3 salan çawa Mam Zekî şehîd kirin, îro jî Heval Seîd bi heman armancê kirin hedef.

Heval Seîd bi salane pêşengî ji gelê xwe re dikir û fermandarê parastina Êzîdiyan bû.

Di fermanê de li refên herî pêş xelkê xwe parast.

Wê xwîna fermandarê hêja û mezin Heval Seîd li erdê nemîne.

Heta ku faşîzma dewleta Tirk têk biçe, wê berxwedana me bidome.

Bi hezaran şervanên heval Seîd wê bi awayekî xwebexşane bi rola xwe rabin.

YBŞ di serî de Êzîdî bang li tevahiya gelê Kurd kir, ku dengê xwe li dijî dagirkeriya Tirk bilind bikin û xwedî li şehîdan derkevin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv