NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN TIRK
XELKÊ SILÊMANIYÊ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYAWÎ PROTESTOKIRIN
Piştî êrişên 23’ê Nîsanê yên li ser qadên gerila, hesabên ku dewleta tirk li ser van qadan dikir têk çû.
Ji bo têkçûna xwe a li hemberî hêzên gerîla veşêre, serî li her rê û rêbazên qirêj dide..
Bi taybet jî di van 3-4 mehên dawî de, dest bi barandina xazên jehrî kirin.
Nerazîbunên li dijî bikaranîna çekîn kimyawî yên li ser qadên gerîla roj bi roj zêde dibin.
Li Silêmaniyê Desteya Dijî Teror û Dagirkeriyê ku ji çend rêxistinan pêk tê, li dijî bikaranîna çekên kîmyawî çalakiyek lidar xist.
Li ser navê girseyê Hêmin Mamend daxuyanî xwend.
Her wiha Hêmin Mamend bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir ku pêşî li van sûcên dij-mirovî yên dewleta Tirk bigirin.