ÊRIŞA DEWLETA TIRK A LI DIJÎ ŞENGALÊ
XELKÊ SILÊMANÎ WÊ ÎRO DAKEVE QADAN
Dewleta Tirk a dagiker doh careke din hovîtiya xwe nîşan da û êrişî Şengalê kir.
Xelkê Silêmaniyê wê îro bi xwepêşandanekê nerazîbûna xwe li dijî êriş û dagikeriya Tirk bînin ziman.
Çalakî saet 16:30’an li Baxê Giştî pêk tê.
Li gorî gahiyan wê endamên gelek partiyên siyasî û rêxistina jî tevlî çalakiyê bibin.
Banga tevlîbûna çalakiyê li her kesî hate kirin.