XELKÊ ŞENGALÊ LI DIJÎ PEYMANA BEXDA Û PDK’Ê LI SER PIYA YE
ÇALAKIYA NOBETÊ YA LI BER ASAYÎŞAN DEWAM DIKE
Di 9’ê Cotmehê de di navbera Bexda û PDK’ê de, ji bo desteserkirina navendên rêvebiriya Şengalê peymanek hat îmzekirin.
Gêlê Şengalê li dijî peymana li ser Şengalê hatiye îmze kirin bi hêrs e.
Welatî bi tu awayî naxwazin kesên wan bi komkujiyan re rû bi rû hiştine û bû sedem ku DAIŞ êrişî herêmê bike dîsa têkevin Şengalê.
Artêşa Iraqê xwest hêzên xwe li Asayîşên Êzîdîxanê bicîh bike.
Lê xelkê Şengalê berê xwe da ber asayîşan.
Di navbera Rêveberên rêveberiya Xweser a Şengalê û rayedarên Hikumeta Iraqê de hevdîtin hatin kirin.
Li ser berxwedana Gelê şengalê hêzên Iraqê diyarkirin ku wê asayîşa Êzîdîxanê heta hevdîtineke din wê li cihê xwe bimînin.
Çalakiya nobetê a xelkê Şengalê li ber asayîşan didome.
Şengalî dibêjin heta hikumeta Iraqê hêzên xwe bi temamî ji bikşîne ewê çalakiya xwe ya nobetê bidomînin.
Jinên Bajarokê Xane Sorê ku li ber Asayîşê di nobetê de ne dibêjin ew naxwazin hêzeke cuda werne Şengalê ew dikarin parastina xwe bikin.