100 ROJIYA BERXWEDANA ŞENGALIYAN LI DIJÎ FERMANA NÛ
ŞENGALÊ LI DIJÎ HEWLDANÊN CÎBICÎKIRINA PEYMANÊ RABÛN SER PIYAN
Li bajarokê Şengalê Til Izêrê artêşa Iraqê seytere daniye û nahêle Êzidî berê xwe bidin navenda Şengalê.
Ji ber ku wê meşeke girseyî li dar bixin.
Meşa pêkhateyên Şengalê wê li dijî zextên hukûmeta Iraqê yên di rojên dawî de zêde bûne pêk bihata.
Pêkhateyên Şengalê ev astengî bi pêşengiya jinan derbas kirin.
Û bi awayekî xurt dîsa xwedî li hêzên xwe yên xweparastinê derketin.
Û xwe gihandin navenda Şengalê.
Li vir bi hezaran pêkhateyên Şengalê bi hev re li dijî peymana ku weke fermaneke nû bi nav dikin meşiyan.
Şengalî heta seytereya artêşa Iraqê meşiyan.
Li vê derê Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm axivî û careke din helwesta zelal a pêkhateyên Şengalê ji raya giştî re ragihand.
Li ser vê helwesta gel, artêşa Iraqê neçar ma bi nûnerên pêkhateyên Şengalê re rûne.
Nûnerên Şengaliyan careke din daxwazên xwe ragihandin û xwestin bi rêyên aştiyane pirsgirêkên heyî werin çareserkirin.