NEWROZA “JI RÊBER APO RE AZADΔ
XELKÊ BOTANÊ LI SILOPYA NEWROZA SERFIRAZIYÊ BI COŞ PÎROZ KIRIN
Silopya.. Warê Pakîzê, Fatma û Sevêyan.
Li Silopya pîrozbahiya Newrozê li quntarên çiyayê Cudî bi şîara “Dem dema serkeftinê ye” bi coşek mezin dest pê kir. Welatiyan saetên serê sibû zû bi kincên netewî ber bi qada Newrozê ve herikîn. Botaniyan li qade ji “Rêber Apo” re azadî xwestin. Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş jî xitabî hezaran kesî kir.