Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xelkê Batîfa û Kêşanê li ber dagirkeriya Tirk rabûn

 

Dewleta Tirk ku ji bo dagirkirinê êrişê dibe ser Başûrê Kurdistanê, bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne. Xelkê Batîfa û Kêşanê li ber êrişên dagirkeriyê rabû û nerazîbûn nîşanî bêdengiya rayedarên Başûr da.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku 23’ê Nîsanê dest pê kir, dewam dike. Xelkê Kêşan û Batîfayê ji bo li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabe meşiya.

Xelkê Kêşanê ku dibe hedefa obusên dewleta Tirk, ji bo şermezarkirina êrişan li Midûriyeta Navçeya Batîfayê li hev civiya. Şêniyên herêmê nerazîbûna xwe ji rayedaran re ragihandin û piştre li dijî dagirkeriyê meşiyan. Xelkê herêmê bi taybetî ji bêdengiya rayedaran nerazî ne.

Dewleta Tirk doh jî bombe li gundê Hirûrê barandibû. Ji ber bombardûmanê sivîlê bi navê Ramazan Elî birîndar bûbû. Birîndar rakirin nexweşxaneya li Zaxoyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv