Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xelkê Başûr daxwaza hilweşandina hikûmeta herêmê kir

 

Li başûrê Kurdistanê ji ber polîtîkayên hikûmeta herêm a xwe dispêre hêza derve, demek dirêje qeyraneke siyasî, civakî, aborî û darayî heye.

Ev jî xwe di warê bêkarî, nebûna xizmetguzarî û nedana mûçeyan dide der.

Xelk ji vê nerazîne û nema idare dikin.

Ev nerazîbûn belavî Soran û Behdînan bûye.

Li Silêmanî, Helebce, Ranya, Derbendîxan, Kelar, Çemçemal, Koye û Qeladizê bi hezaran kes rabûn ser xwe.

Di xwepêşandanan de navbera gel û hêzên hikûmeta başûr de şer derket.

Li Hewlêr, Dihok û bajarên din ên Behdînan PDK pêşî li çalakiyên gel girt.

Hêzek zêde ya leşkerî li nava bajar û navçeyan bicih kir.

LI BAŞÛR XWEPÊŞANDANÊN LI DIJÎ DESTHILATDARIYÊ
XELKÊ BAŞÛR BI ÇALAKIYAN DAXWAZA HILWEŞANDINA HIKÛMETÊ KIR

Xelkê başurê Kurdistanê ev demeke li dijî gendelî, desthilatdarî, bêkarî, nebûna xizmetguzariyê û dagirkeriya dewleta tirk li qadan e.

Li bajarê silêmaniyê xwepêşandan li Parka Azadî pêk hat û bi hezaran kes beşdar bûn.

Di xwepêşandanê de Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid jî amade bû.

Li Helebceyê jî xwepêşandan li ber çerxerêya Omerî Xawer destpêkir û heya nava bazara bajêr berdewam kirin

Bi hezaran Xelkê navçeyê li nava bazarê kombûn û dest bi xwepêşandanê kirin.

Hêzên asayîşê êrişî xwepêşanderan kirin, alozî derket.

Devereke din a ku çalaki lê hebû navçeya Kelar a Germiyan bû.

Hêzên asayîşê êrîşê xwepêşanderan kir û gule di ser xwepêşanderan re avêtin.

Xwepêşanderan agir bi hewşa avahiya qeymeqamtiyê xistin.

Li Hewlêrê, PDK’ê ji bo pêşîlêgirtina xwepêşandanê hêzek zêde ya leşkerî li nava bazarê belavkirin.

Gelek welatî hatine binçavkirin, rê nehat dayîn welatî kom bibin.

Her wiha hate gotin asayîşê êrişê Parlamenterê Herêma Kurdistanê Kawa Ebdulqadir kiriye.

Xelkê navçeya Çemçemal jî li qadan bûn.

Xwepêşandanek jî li navçeya Derbendixan hebû.

Xwepêşandêran bi dirûşmeyan daxwaza hilweşandina hikûmetê kirin.

Li navçeya Koyê ya hewlêrê jî bi heman armancê xwepêşandan hebû.

Li dijî desthilatdariyê bi sedan Ciwanê navçeya Qeladiz û Seyidsadiq jî daketin qadan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv