Tevgera Jinên Azad doh li Amedê bi daxuyaniyekî kampanya binavê “Em xwe diparêzin” da dest pêkirin.
TJA’ê di danezana kampanyayê de ragihand ewê li dijî kuştin, talan û destkeftiyên jinan bikevin nava tevgerê.
Ev kampanya ji bo dema 4 mehan hatiye amade kirin.
Em berê xwe bidin xalên sereke yên vê kampanya jina.
Tevgera Jinên Azad li dijî kuştin, destdirêjî û polîtîkayên talanê ên li Kurdistanê doh li Amedê bi daxuyaniyekê dest bi kampanyek nû kir.
Kampanya ku wê 4 mehan bidome bi slogana “em xwe diparêzin” hat destpêkirin.
Hin xalên ku di kampanyayê de hatin destnîşankirin wiha ne;
Li dijî tundûtûjiya zayendî, fîzîkî, derûnî, dîjîtal û aborî ya hikûmet, dewlet û mêran, em ê têkoşîna xwe bilind bikin.
Em li dijî êriş û polîtîkayên şerê taybet, li dijî tundûtûjiya zayendî ku jinan ji xwe re dike kole, li dijî zihniyeta ku ciwanan bi tîryakê ji civakê dûr dixe û bêrûmet dike, derkevin qadan û xwe biparêzin.
Li dijî pergala ku tecrîda li Îmraliyê wek komkujiyekê dimeşîne, azadiyê biparêzin. Em dibêjin tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
Em li dijî rejîma AKP-MHP’ê ya lînçkirina kurdbûn, jinbûn û Kurdîaxftinê organîze dike, mafê xwe yê perwerdehiya zimanê dayikê biparêzin, sazûmaniya xwe xurt bikin, li nasname û hebûna xwe xwedî derkevin. 3 qat êriş hebin, em ê 3 qatan parastina xwe xurt bikin.
Em wekî parastina xwe ya cewherî, li destkeftiyên jinên cîhanê, li Peymana Stenbolê, li CEDAW, Pekîn+5 û qanûna 6284’ê ya ku mafên jinan misoger dike, xwedî derdikevin û diparêzin.
Em ê civakê ji gotinên dîndar, kindar û nefretê û ji gotin û nivîsên pornografîk ên bi ser navê siyasetê tê gotin, biparêzin
Li dijî polîtîkayên dewletê yên ku çavkaniyên sererd-binerd ên Kurdistanê dagir kiriye, zozan û çiyayan bombe dike, cotkarî û ajalvanî qedexe kiriye, hilberandin têk biriye, civak xizan kiriye, keda jinan dixwe û jinan mehkûmî mêran û dewletê dike, em ê aboriya komûnal bi pêş bixin.
Emê li dijî zihniyeta ku ava me wek bendava asayîşê bi kar tîne û Heskîfa 12 hezar salî kiriye qurbaniyê bendava 50 salan û dîroka me, çanda me di bin avê de dihêle û daristanên me dişewîtine, têkoşîna demokratîk biparêzin.