JI WHATSAPPÊ BIRYAREKE ECÊB A JI 8’Ê SIBATÊ Û PÊ VE
WÊ AGAHIYÊN ABONEYAN BI ŞÎRIK Û REKLAMDARÊN FACEBOOKÊ RE PARVE BIKE
Whatsapp yek ji bernameyên ragihandinê navdar ên cîhanê ye.
Nêzî mîlyar û nîv kes bi kar tîne.
Rêveberiya WhatssApê biryareke ecêb girt û pîvanên veşartina agahiyên abonmanên xwe diguherîne.
Dema vekirinê WhatsApp peymaneke nû ya ji bo erêkirinê dişîne.
Wê whatsApp agahiyên abonmanan bi şîrik û reklamdarên facebookê re parve bike.
Ji bilî welatiyên Yekitiya Ewrûpa û Îngilistanê, kesên peymanê red bikin, wê ji 8’ê sibatê û pê ve nikaribin WhatssApê bi kar bînin.
Ev biryar jî bû sedema fikarên abonmanan û lewma di nava çend rojên dawî de bi dehan mîlyonan kesan whatsapp terikand.