Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Weysî Tallî: Hêviya Başûr ji sala nû 05.01.2021

 

WEYSÎ TALLÎ / WELAT
HÊVIYA BAŞÛR JI SALA NÛ

Peymana Şengalê ya PDK-Bexdayê hê jî di rojevê de ye. Dîsa ev peyman weke fermananeke nû ya li ser sêrê civaka êzidî hate pênasekirin ku dikare bê gotin berdewama fermana 3’yê Tebaxa 2014’an e.
Jixwe mijara dahatê û nan a gelê Başûr tim rojevek xas e, her çendî hikûmet vê nade der jî lê tim bûye rojeveke esasî. Ji ber nebûna dahat û siberoja herêmê yekane yê ziyanê ji vê dibîne gel e. Tim gel dibe qurbanê vê. Herî dawî bi dayîna nîvenîv a mûçe û dîsa birîna 310 milyar dînarê Iraqî yê ji bûdçeya herêmê bû sedema agir girtina fitîla bombeyê. Di serî de li Silêmanî, Helebçe, Kerkûk, Germiyan, Kelar û gelek deverên din gel rabû serhildanê û daxwaza nan kir. Tevî ku xwîn jî hate rijîn û bû sedema mirina bi dehan kesan jî lê hê jî ev birîn nehatiye pêçan û didome.

Jixwe li aliyê din Kerkûk a di bin lepê tirkmen û ereban de, dike qêrîn û hawar. Piştî bûyera 16’ê Cotmeha 2017’an, vekişîna pêşmerge ji Kerkûkê, Kerkûk bi giştî kete destê Iraqê û dîsa li beşeke wê jî tirkmen xwe lê dikin xwedî û bi temamî mijara erebkirinê ketiye rojevê û rojane kurd ji cih û warên wan tên derkirin û ereb lê tên bicihkirin. Di rewşeke wiha de ne PDK û ne jî YNK xwe li kurdên herêmê kir xwedî û ev rewş hê jî dewam e, her diçe xedartir dibe.

Başûrê Kurdistanê salek wiha bi êş û elem li pey xwe hişt û ketina sala nû hêviyên wê pir in. Di serî de gelê başûrê Kurdistanê daxwaza siberoj û bidawîbûna dagirkeriyê dike. Li aliyê din daxwazên wan bidawîbûna vê sîstema heyî ye ku gel piştguh dike.

Her çendî sersal bi xemgînî jî hatibe pêşwazîkirin, daxwazên ku bi salan li wan hesret in dîsa hatin kirin û niyazên xwe yên ji bo sala nû pêşkêş kirin.
Niyaz û daxwaz tenê têrê nakin, ji bo saleke din a mîna 2020’î neyê jiyîn, divê gelê Başûr di serî de li dijî dagirkerî û zilma tê kirin serî hilde û bibe xwedî helwest. Li aliyê din ji bo ev sal yekitî û yekrêziyek pêk bê divê di hemû çalakî û xebatên ji bo yekitiya neteweyî de cih bigire. Pêşengî ji çalakiyên yekrêzî û yekitiyê re bike. Dîsa ji bo siberoj û dahata zarokên xwe têkoşînek hê xurtir bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv