WEYSÎ TALLÎ / WELAT
GIRTIYAN RIYA TÊKOŞÎNÊ NÎŞAN DA
Mîna her carê dîsa girtiyên azadiyê pêşengî da ser milê xwe. Di vê pêvajoya xedar a hewldanên şerê kurd bi kurdan li aliyekî, tecrîd û êrîşên dagirkeriyê li aliyekî dîlên azadiyê mîna her carê dîsa bi erka xwe ya dîrokî rabûn û pêşengî ji çalakiyên ‘Dem Dema Azadiyê ye’ re dikin.
Dîlên azadiyê yên di nav her cure şert û mercên xedar de, tevî ewqas binpêkirin û êşkenceya tê kirin jî, rêya têkoşînê ya bigihêje serketinê nîşanî me da. Bi çalakiya grevên birçîbûnê yên bêdem û bidorveger yek ji gavên xurtkirina çalakiyên ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ hê zêdetir bê xurtkirin 27’ê Mijdarê roja Vejîna Gelê Kurd da destpêkirin.
Dema em li hilbijartina vê rojê û terza çalakiyê dinêrin, em dibînin ku careke din rastiya têkoşînê û dîroka ji nû ve xuliqandina kurdan di nav her şert û mercê de be, ne bi têkoşîneke xurt be wê nikaribe encam bê girtin. Ji damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bigire heta şoreşa çekdarî û gihiştina roja îro, têkoşîn di dem û cihên herî asê û mercên giran de pêk hatine.
Aliyekî din jî ne tenê girtîgeh bi navê din êşkencexane ku cihê herî zêde dewlet û rejîm weke qada kontrolê pênase dikin, serîrakirina şoreşgeran hê zêdetir bi wate ye.
Ji bo wê ye divê em dengê girtiyan bibihîzin û tenê bar li ser milê wan nehêlin. Derfet û qada çalakiyên me berfirehtir in; derfet û şêwazên çalakiyên me jî divê xurtir bin. Em wisa nekin ku barê girantir bikeve ser milê girtiyan û çalakî bigihêje asteke metirsîdar. Ji bo vê di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê jin û ciwan bi çalakiyên afirîner ku bikaribe pêşengî ji pêngavê re bê kirin û bi awayekî hevpar bi girtiyan re çalakî bên xurtirkirin.