Wesayîta karkerên wargeha penaberan a Mexmûrê ku ber bi Bexdayê ve diçû, qeza kir. Di encama qezayê de 4 karkerên xelkê wargehê jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber rêgiriya PDK’ê, karkerên wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berê xwe didin bajarên Iraqê.
Wesayîta karkerên ku danê sibehê xwestin biçin Bexdayê kar, li ser rêya qezaya Şirgat û Bêcî ya ser bi parêzgeha Selahedînê, di saet 06:40 an de qeza kir.
Di encama qezayê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.
Navê karkerên jiyana xwe ji dest dane evin:
Deniz Xelîl Deniz
Mehmud Sîso Tahir
Hogir Musa Yusuf
Cîhat Mihemed Hecî Mihê
Navê karkerên birîndar bûne evin;
Ferhat Xelîl Deniz (Birayê Deniz Xelîl ê Deniz ê ku di heman qezayê de jiyana xwe ji dest dayî)
Serbest Nazmî Zîyav
Xelkê wargehê bi bihîstan qezayê re berê xwe dan seytereyê û li benda cenazeyanin. Tê payîn li Saziya Malbatên Şehîdan merasîmek ji bo kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane were lidarxistin.