Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Wêneyên hinek cihên ku artêşa Tirk li Biradostê baregehên xwe lê avakirine 29.11.2020

Zêdetirê saleke artêşa Tirk a dagirker bi kûrahiya 30 kîlometran sinorê Herêma Kurdistanê derbaskiriye û li ser deverên ku dagirkiriye bê navber balefirên keşfê digere. Her wiha ji ber tirsa ji derbên gerîla bi helîkopteran hêzên xwe yên li herêmê vediguhêze.

 

Bi piştgiriya desthilata Herêma Kurdistanê û ji ber bêdengiya Hikûmeta Iraqê, dewleta Tirk zêdetirî 30 kîlometran ji xaka Başûrê Kurdistanê dagirkiriye. Di beramberî vê dagirkeriyê de tenê gerîlayên PKK’ê şer dikin û rojane derbên giran li artêşa Tirk dixin.

Ji herêma Heftanîn a ser bi navçeya Zaxo bigre ta digihe herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê artêşa Tirk li cihên ku dagirkiriye dest bi çêkirina baregehên leşkerî kiriye. Her wiha 24 saetan balefirên keşfê li ser wan deveran digerin û çavdêriya herêmê dikin.

Li gorî wêneyên ku ji devera Biradost taybet bi dest Rojnews’ê ketine, cihên 34 baregehên artêşa Tirk ku li herêma Biradostê avakirine eşkere dike ka çiqas metirsiyek mezin li ser jiyana welatiyên li deverê çêkirine.

Li gorî zanyariyên ji herêmê bi dest ketine, artêşa Tirk a dagirker li ser lûtkeya çiyayên bilind ên Biradostê baregehên leşkerî avakiriye. Li 34 cihên din ên stratejîk yên wek; Lolan, Lêlkan, Gurbetreş, Çiyayê Şekîf, Mêrgereş, Şêx Zade, Xakurk û Gerwî Singan jî baregehên leşkerî avakiriye.

Li gor heman zanyariyan, runiştvanên hinek gundên Biradostê ji ber tirsa artêşa Tirk gundên xwe berdane. Rojane jî dever ji aliyê balefir û topên artêşa Tirk ve tê bombekirin û ziyanek mezin bi rez, bax û malên welatiyan dikeve.

Her wiha hate gotin, artêşa Tirk li Biradostê baregehên xwe bi naylona rengê kesk çêdike, li van baregehan de çekên doçka yên 23 milîm, 12 û nîv û 14 û nîv bicih kiriye. Ji asîmanan de jî bê navber bi balefirên bê mirov çavdêriya deverê dike. Her wiha bi firehiya 500 metre derdora baregehên artêşa Tirk kamerayên çavdêriyê hatine danîn.

Artêşa Tirk tevî van hemû tedbîrên tûnd ên ewlehiyê jî, ji tirsa derbên gerîla nikare hêzên xwe bi bejahî veguhêze. Artêşa Tirk bi helîkopteran leşkerên xwe yên li baregehan diguhere. Ji ber êrişên bi bandor ên gerîla, artêşa Tirk neçar maye hewara xwe gihandiye hêzên ser bi PDK’ê. Bi vê armancê jî PDK’ê hêza xwe li herêma Biradostê zêdetir kiriye, li ser cihên gerîla zanyariyên îstixbaratî bi artêşa Tirk re parve dike. Tê payîn bi ketina demsala Zivistanê re jî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk zêdetir bibin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv