ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK A LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
WELATIYÊN DERBENDÎXANÊ: BI TÊKOŞÎNEKE HEVPAR EM DIKARIN DAGIRKERIYÊ BIŞKÎNIN
Serketina gerîlayên HPG û YJA-Starê li herêma Garê li dijî dagirkeriya Tirk moralek zêde da gelê Kurd.
Şeniyên navça Sîlmêmanî Derbendîxanê li ser êrişkariya dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê axivîn.
Welatiyan îşaret bi serketina gerîla ya li Garê kirin û dan zanîn ku ew bi hevgirtineke xurt dikarin dawî li dakirkeriyê bînin.
LI GARÊ SERKETINA DÎROKÎ YA GERÎLA
LI ÇILAXA BI ÇALAKIYEKÊ HAT SILAVKIRIN
Li aliyê din pîrozbahiyên serketina gerîlayên HPG û YJA-Starê li herêma Garê dewam dikin.
Herî dawî şêniyên Çilaxa bi karwanekî wesaîtan serketina gerîlayan pîroz kirin.