Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Welatiyên Başûr peyama Mûrat Karayilan çawe nirxand

 

Piştî peyama Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murad Karayilan a 10’ê Hezîranê, gelek nirxandin û nêrînên cûda li ser hatin kirin. Karayilan di peyama xwe de gelek tiştên ne dihatin zanîn eşkere kir û nirxandinên giring kir. Karayilan diyarkir derxistina şerê navxweyî yê Kurdan pilana dewleta Tirk e û xizmetê ji gelê Kurd re nake.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murad Karayilan, di 10’ê Hezîranê de di hevpeyvînek di gel Strêrk Tv de têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistan, hewildan û provakasyonên PDK’ê yên li Metîna û gelek tiştên ku nedihatin zanîn eşkere kir.

Karayilan destnîşankir ku li Metînayê metirsiyek mezin heye ku di navbera wan û PDK’ê de pevçûn derkevin. Ji bo şer dernekeve Karayilan bang li aliyên siyasî,rêxistin, rewşenbîr û hunermendên her çar parçên Kurdistanê kir, bêdeng nemînin û rê nedin şer di nava aliyên Kurdî de derkeve.

Piştî van peyamên Murad Karayilan, çavdêrên siyasî, rewşenbîr û welatiyên Başûrê Kurdistanê gelek nirxandinên cûda li ser kirin.

Li gorî çavdêran, Karayilan helwesta PKK’ê bi zelalî eşkere kir ku ew bi hemû awayek li dijî şerê birakujîne. Berovajî bazirganên şer hemû rêyek ji bo derxistina şerê Kurd bi Kurd di ceribînin.

Rojnamevan Hêmin Mamend li ser hesabê xwe yê Facebookê got, “Murad Karayilan diyarkir ku ew bi hemû awayek li dijî şerê birakujîne. Di beramber de jî PDK bi daxwaza Tirkiye ya ji bo derxistina şerê birakujî razî bûye.”

Welatiyek bi navê Idrîs Berzencî jî gotiye, “Murad Karayilan bi zimanek vekirî ji hizbên Kurdistanê re diyarkiriye ku ne PKK’ê pêşmerge şehîd xistine. Bi rastî ev zimanek aştiyane ye û cihê dilxweşiyêye.”

Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Letîf Fatih Ferec jî got; “Ne PKK ne jî pêşmergeyên Kurdistanê naxwazin şerê hev bikin. Ji bona wê bazirganên şer acizbûn û hemû rêyek ji bo derxistina şer di ceribînin.”

Welatiyê bi navê Omer Derweş jî di şiroveya xwe de nivîsiye; “Ji Enqereyê ferman ji wan re hatiye kirin, wê vî şerî her bikin. Eşkereye dixwazin şerê PKK’ê bikin û ji bo vê yekê jî senaryoyên cûda cûda çêdikin.”

Parlementerê Iraqê Serkewt Şemsedîn jî got, “Ewên li di şerê li dijî Qendîlê de tên kuştin wek murtezîqe dimirin. Her çekdarek di jêr fermana PDK’ê de li dijî Qendîlê tevger bike ew murtezîqên Tirkiyeyê ne.”

Endamê Rêveberiya YNK’ê û fermandarê Herêma Germiyan ya hêzên pêşmerge, Mehmud Sengawî jî ragihand ku di vê demê dijî PKK’ê şer kirin, ji bo gel xeteriyek mezine. Sengawî got; “Eger dinya kavil bibe, ez yek gule li hemberî PKK’ê nateqînim.”

Li gorî nêrîna çavdêrên siyasî, piştî vê peyama aştîxwaz a Murad Karayilan, her kesek pêşengtî ji derxistina şerê navxweyî re bike, divê rê lê were girtin û destûr pê neyê dayîn pilanên dagirkeriya Tirk bi serkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv