PERFORMANSA HDP’Ê YA DI HEVDÎTINÊN BUTÇEYÊ DE
WEKÎLÊN HDP’Ê ŞERXWAZÎ, TECAWIZKARÎ, DIZÎ Û TALANKARÎ RADIXIN BER ÇAVAN
Koma HDP’ê ya parlemena Tirkiyê, hevdîtinên butçeyê veguherandina teşhîrkirina faşîzma AKP-MHP’ê û şefê faşîst ê Tirk Tayîp Erdogan.
Parlementerên HDP’ê yên mafê axaftinê digirin, ji şerxwazî heta tecawiz, taciz, dizî û talanê, rûyê rastîn ên faşîzma AKP-MHP’ê radixin ber çavan.
PERFORMANSA HDP’Ê YA DI HEVDÎTINÊN BUTÇEYÊ DE
MÛXALEFETA BI BANDOR A HDP’Ê WEKÎLÊN AKP Û MHP’Ê DÎN Û HAR DIKE
Ev mûxalefeta bi bandor a HDP’ê wekîl û rêveberiyên AKP û MHP’ê dîn û har dikin.
Rayedarên AKP û MHP’ê êriş û heqeretê HDP’ê dikin û HDP’ê bi girtinê û wekîlan jî bi rakirina mafê destnedanê tehdît dikin.
Lê belê HDP’î di her cara mafê axaftinê digirin, rûyê faşîzm ê rastîn nîşan didin.
Wekî AKP û MHP’ê medya wê jî êrişên li dijî HDP’ê zêde kirine.
Pêşengiya wan êrişan jî televîzyona ATV ku wekî berdevkê AKP’ê tevdigere dike.
ATV herî dawî bi logoyê HDP’ê dilîst, cihê pelê daran bombe û fîşegan guhert û hewl da wê krîmînalîze bike.
Ev helwesta medya AKP’ê jî, rastî nerazîbûnan hat û HDP’ê li cem RTUK’ê giliyê wê kir.
PEYAMÊN NIJADPEREST DIBIN SEDEMA ÊRIŞAN
LI MANÎSAYÊ ENDAMÊ HDP’Ê JI BER KURDÎ ÊRIŞ LÊ KIRIN
Êriş, heqeret û tehdîtên rayedarên Tirk, dibin serdema êrişên nijadperest ên Kurdistaniyên li bajarên Tirk.
Mînaka vê ya herî dawî li navçeya Manîsa Şehzadelerê endamê HDP’ê Sabir Soyu ji ber axaftina Kurdî ya bi telefonê rastî êrişê 2 nijadperestên Tirk hat.
Soyu ku piştî êrişê çû nexweşxaney rapor girt û diyar kir ku wê giliyê êrişkaran bike.