Sibe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê wê meşek were lidarxistin. Hizb û partiyên siyasî dijî dagirkeriya dewlet Tirk bang li hemû kesê kirin da ku tevlî meşê bibin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Kurdistanê dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker rojane xelkê sivîl dike hedef û li herêmên dagir dike, cihê xwe qayîm dike. Dewleta Tirk bi çeteyên xwe ve êdî mîna li Efrînê, li Başûrê Kurdistanê jî dest bi talankirinê kiriye. Li cihên tên dagirkirin, dagirker dikevin malan û diziyê dikin.
Nerazîbûna hemberî dagirkeriya Tirk roj bi roj zêde dibe. Sibe dijî dagirkeriya dewleta Tirk wê li Silêmaniye meşek were lidarxistin.
Navenda Kar ê Nîştimanî ku ji komek partî û hizên siyasî pêktê, li sînemeya Silêmaniyê li ser meşê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniya ji aliyê berdevkê Navenda Karê Nîştimanî Nebez Xalid ve hatî xwendin de, hate gotin ku wê sibe meşek giştî li bajarê Silêmaniyê dijî dagirkeirya dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê were lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku sibe saet 17:00’an bi pêşengiya Navenda Karê Nîştimanî, li şeqama Salim ya Silêmaniyê wê meş destpê bike.
Bang li hemû kesê hate kirin da ku tevlî meşa dijî dagirkeriya dewleta Tirk, bibin.