Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Wê Birca Keçikê di nava 6 mehan de bê vekirin 24.09.2020

Wê Birca Keçikê di nava 6 mehan de bê vekirin

AMED – Birca Keçikê bi salan ji aliyê polîsan ve dihat bikaranîn. Lê belê piştî demekê ket destê DTSO’yê. DTSO, niha hewl dide wê bike Navenda Çand û Hunerê. DTSO’yê dest bi xebatên restorasyonê kir û hewl dide di nava 6 mehan de biqedîne.

Piştî di Kanûna 2015’an de li navçeya Sûr a Amedê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin, polîsan dest danîbû ser Birca Keçikê. Lê piştî salan Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Birca Keçikê dewr girt, hewl dide ku wê veguherîne Navenda Çand û Hunerê. DTSO, ji bo restorasyona Birca Keçikê projeyek amade kiriye û ji bo vê projeyê jî milyona û 200 hezar TL hîbe wergirtiye. PIştî piştgiriyê li bircê dest bi xebatên restorasyonê kirin.

Wê di çaçroveya projeyê de jêra bircê wekî hêwan, pêşangeh û fûaye bê bikaranîn. Wê ser bircê wekî terasa vekirî û pêşiya wê jî wekî holeke biçûk bê bikaranîn. Wê li meydanê berên xwecihî yên jinan bên firotin. Her wiha erebokên livok ên firotinê jî li holê bin û wê deverên ji bo vehesandinê jî bên hebin.

Her wiha piştî xebatên restorasyonê dest pê kirin noqteya polîsan a nêzî Deriyê Mêrdînê jî hat rakirin.

RÛXANDIN TÊ RESTOREKIRIN

Serokê Komîsyona Fûar û Markebûnê ya DTSO’yê Mehmet Alî Denîz, diyar kir ku birca mîrateyeke cîhanê ye û got, ev mîrate nêzî 5 sal in girtiye. Denîz, bilêv kir ku cihê ku berê polîsan wekî tualetê bi kar dianî û texrîbata li jêra bircê tên çêkirin û got, wê cardin bircê bikin cihê turîzmê.

Denîz, anî ziman ku wê li vê derê çalakiyên şano û sînemayê bên lidarxistin û got, armanca wan ew e ku di nava 6 mehan de vebikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv