Piştî têkoşîna çekdarî ya bi pêşengiya PKK’ê di roja 15’ê Tebaxa 1984’an destpêkir, dewleta Tirk hecma gazên kîmyewî yên di enbarên xwe de radigirt mezintir kir. Her wiha rêveberên artêşa Tirk bi belgeyên “veşartî” yên têkildarê îmhakirina gerîlayên azadiya Kurdistanê bi gazên jehrî telîmatên berfireh dan. Şandina telîmatên bi vî rengî piştî pêngava 15’ê Tebaxê zêdetir bûn û ji wana ya herî girîng jî telîmata dawiya salên 1980’î bû ku kete çapemeniyê.

Di belgeya bi dîroka 25’ê Sibata 1986’an ya Fermandariya Hêzên Bejahî ya Wezareta Fermandariya Giştî ya Tirk de dihate xwestin ku “Ger pêwîst bike bombeyên gazê yên çav dişewitînin û dibin sedemê vereşandinê bê bikaranîn” û tunelan “bi berdana gaza jehrî” di navê de wisa bê kirin ku neyê bikaranîn. Cara yekemîn telîmata ku îmzeya Orgeneral Necdet Oztorûn li binê bû nêzî sala 2000’an di hejmara 23’ê Tîrmeha 1989’an a kovara Dogrû’yê hate weşandin.

DEWLETA TIRK GAZÊN QEDEXEKIRÎ LI PÊŞENGEHAN RAXIST BER ÇAVAN

Dewleta Tirk pêwîstî pê nedît ku hebûna gaza kîmyewî ya li depoyên xwe yên leşkerî veşêre. Sala 2004’an li TRT’ê dokûmanterek bi navê ‘Yekîneya antî terorê’ hate weşandin û tê de hate nîşandan ku leşkerên Tirk bombeya çavan dişewitîne diceribîne. Di dîmenan de dihate dîtin ku piştî bombeya tunekirinê ya avêtin nava şikeftê, bombeya çavan dişewitîne diavêjin û dûyê zer bi ser herêmê dikeve.

Pisporan ragihandin ku ew bi fikar û guman e ku dûyê zer bombeya kîmyewî ye. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku destûrê dide ji bo gaza çavan dişewitîne ji aliyê polîsan ve li dijî xwepêşandêran bê bikaranîn, ji ber ku di konsantrasyona bilind de bi taybetî jî li qadên girtî dikare bibe sedema mirinê, teqez qedexe dike ku heman gaz di şert û mercên leşkerî de neyê bikaranîn. Lê belê tevî vê yekê jî ev gaz gelek caran li çiyayên Kurdistanê ji bo gerîlayên li şikeftan hate bikaranîn.

Zanîngeha Bradordê ya li Îngilistanê di sala 2010’an de raporek amade kir û ragihand ku Saziya Endustriya Makîna û Kîmya (MKEK) beombeyên CS ên bi 120 mm’î hildiberîne û li bazara navneteweyî difiroşe. Bombeyên CS ê bi 120 mm’î ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin çêkirin û sala 2010’an li Kapstadtê di Fûara Çekan a AAD’ê de hate nîşandan, li gorî OPCW’ê qedexe ne. Lê belê tevî ewqas belge û agahiyan ji sala 1997’an ve li dijî Tirkiyeyê ku aliyekî OPCW’ê de lêpirsîn nehate meşandin û di ser re nayê zanîn ku bombeyên navborî îmha kiriye yan na.

BI ROJAN BANDORA GAZÊ LI BALLIKAYA DEWAM KIR

Dîmenê li ser bikaranîna çeka kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk ve ya li dijî hêzên gerîla, di sala 1999’an de eşkere bû. 11’ê Gulana 1999’an li herêma Ballikaya ya Şirnexê li hundirê şikeftekê 20 gerîlayên ARGK’ê hatin qetilkirin. Di dîmenan de ku piştî şer ji aliyê artêşa Tirk ve hate kişandin û sala 2011’an li Roj TV hate weşandin wiha dihate gotin, “Leşkerên me niha di nava wê metirsiyê de ne ku bi jehrê bikevin. Lê belê dîsa jî mîna cenaweran, mîna qehremanan dikevin hundir… Tevî ku me rojekê navber dane, bandora gazê hîn jî dewam dike.”

Li gorî dîmenan, fermandarê ku serkêşî ji operasyona leşkerên Tirk re dikir piştre tekmîl dida Necdet Ozel ku wê piştre bibûya Serokê Fermandariya Giştî. Artêşa Tirk piştî van dîmenan mikur hat ku ew fermandar Ozel e, lê têkildarî çekên kîmyewî tiştek negot û ev yek bi rengekî neyekser qebûl kir.

GAZA KU 20 GERÎLA QETILKIR ŞÎRKETA ELMAN ÇÊKIR

PDS’ê sala 1999’an û Partiya Çep jî sala 2011’an komkujiya li Ballikayayê xiste rojeva Meclîsa Federal a Elman. Ji ber ku berpirsyariya Elmanyayê jî di vê komkujiyê de hebû. Parçeyên bombeyan ên li qada şer ji aliyê Heyva Sor ve hatibûn komkirin û radestî nûçegihanê televîzyoneke Elman hatibû kirin. Li Tip a Edlî ya Zanîngeha Munchenê jî hate tespîtkirin ku ev parçeyên bombeyê xwedî şopa gaza CS a qedexekirî ne. Di qenala “Kennzeichen D” de ya li qenala televîzyonê ya dewletê ya Elman ZDF hate weşandin, hate ragihandin ku ev bombeya bi tîpa RP707 a şîrketa Elman Bûck&Depyfag e û ji sala 1995’an ve ji Tirkiyeyê re tên firotin.

ZANÎNGEHA HAMBÛRGÊ KÎMYASAL BI BELGE KIR

Di Îlona 2009’an de li nêzî navçeya Çelê ya Colemêrgê, di şerê navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de 8 gerîla li hundirê şikeftekê hatin qetilkirin. Şahidan diyar kirin ku leşkerên Tirk di şer de gaz bi kar anîne û heyeteke mafên mirovan a ji Elmanyayê çû herêmê, wêneyên cenazeyan bi dest xist. Heyetê ji bo lêkolînkirinê wêne şand ji pisporan re.

Piştî ku pisporan diyar kirin ku li ser wêneyan ti manîpulasyon nehatiye kirin, patologên li nexweşxaneya Zanîngeha Eppendorfê ya li Hambûrgê wezîfedar, dest bi lêkolînkirina wêneyan kirin. Doktoran di wêneyan de bandora madeya kîmyewî tespît kirin di rapora xwe ya 20’ê Tîrmeha 2010’an de ev tespît kirin: “Li beşa jorê bedenê, li mil û rû mîna kaxişa parşomen ziwa bûne. Ev yek jî dişibe bandora ji tînê. Mûyê li ser rû û sîngê weke ku şewitîne xuya dikin. Lewma divê bandora madeyeke kîmyewî ya bûye sedema vê yekê bê dîtin.”

LI GELIYÊ TIYARÊ 36 GERÎLA BI GAZÊN KÎMYEWÎ HATIN QETILKIRIN

Di navbera 22-24’ê Cotmeha 2011’an de li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê li Geliyê Qazan di şer de 36 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn. Cenazeyê şewitî yên gerîlayan bi rojan li morga Meletiyê hatin hiştin. Belge û agahiyên cidî li nava raya giştî belav bûn ku nîşan didan artêşa Tirk çeka kîmyewî bi kar aniye. Gerîlayekî ku bi saxî ji şer rizgar bû digot ku piştî teqînê dûyekî bi bêhna fîkî li derdorê belav bû.