Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Veysî Sarisozen: Hun dibêjin qey li Îmraliyê ye, lê Ocalan li qadên Newrozê bû 23.03.2021

 

VEYSÎ SARISOZEN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
HUN DIBÊJIN QEY LI ÎMRALIYÊ YE, LÊ OCALAN LI QADÊN NEWROZÊ BÛ

Ev Newroz cûda bû.

Xelkê li Amed, Wan, Cizîr û tevahiya Kurdistan, Tirkiyê girtin, kuştin û nexweşiya korona dan ber çavê xwe û herikîn qadan. Erdogan û Soylû bajarên Kurdan xera kirin, mirovên wan bi saxî li jêrzemînan şewitandin. Deh hezaran kes avêtin girtîgehan. Rêber Apo xistin tecrîdê û qesta canê wî kirin. Destnedana parlementerên HDP’ê rakirin û di berbanga sibê de Gergerlîoglû kirin binçavan. Doza girtinê li HDP’ê vekirin û peymana Stenbolê betal kirin. Piştî ewqas zilmê digotin wê qadên Newrozê vala bimînin, lê hesabê wan li hev nehat. Rejîma faşîst bersiva xwe girt.

Newroza îsal ne wekî pîrozbahiya rojên aştiyê bû. Ev Newroza raihandina şerekî li dijî terora faşîzmê bû.

Gelek kesan ev Newroz bi guman û tirsê pêşwazî dikir. Mesela nivîskarên Ahvalê digotin ev Newroz wê bibe gola xwînê. Ev tirs jî çend hefte di rojevê de bû. Nûçeyên li ser jiyana Ocalan jî provokasyona amadekariyên xwînê bûn. Destûra ji bo Newrozan jî guman bi xelkê re çêkiribû.

Vê Newrozê tirs jî têk bir. Xelkê tirs da ber çavê xwe û herikî qadan. Ji ber vê yekê ev Newroz cûda ye.

Xelk ji bo Ocalan, Demîrtaş, Yuksekdag, Gergerlîoglû, PKK, HDP û zarokên xwe yên li çiyê li dijî rejîma faşîst daketin qadan.

Rejîma faşîst beriya ku HDP’ê bigre bila li îradeya gel binêre. Wê pîlana xwe ya li ser Ocalan ji bîr bikin.

Muxalefet jî nikare mîtîngekê pêk bîne.

Ewrûpa jî, kes ne li benda alîkarî û piştevaniya we ye. Dev ji desteka xwe ya Erdogan berdin ew bes e. Roja ku we ew destek bi dawî kir wê hêzên demokrasiyê li Tirkiyê faşîzmê têk bibin.

Ji bo HDP’ê jî her bijî. We meclisa Tirk veguherand qada berxwedanê. Bêtirs çûn qadên Newrozê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv