Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Veysî Sarisozen: Eger nûçeya Îmraliyê derew be, amadekariya cînayetekê ye 17.03.2021

 

VEYSÎ SARISOZEN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
EGER NÛÇEYA ÎMRALIYÊ DEREW BE, AMADEKARIYA CÎNAYETEKÊ YE

Rêbaza herî kirêt a şer ewe ku tu civakê ji nûçeya ku rê li ber nerazîbûna gel veke fêr bike. Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi salane ev rêbaz tê bikaranîn. Nûçeya herî dawî jî nûçeya herî talûke ye. Lewma niha derbasî asta fêrkirina nûçeya mirinê bûne. Armanca sereke ya vê nûçeyê tevizandina nerazîbûnan e.

Nûçeya destpêkê rê li ber nerazîbûneke mezin vedike. Lê piştre nûçe derew tê derxistin. Piştre nûçeyek din tê dayîn û careke din nerazîbûn zêde dibe. Dîsa ew nûçe jî derew derdikeve. Bi demê re ev nûçe dehê caran dubare dibe. Nerazîbûn jî kêm dibin. Di nûçeya destpêkê de milyonan radibin ser piyan, lê bi demê re ev hejmar dibe hezar û dadikeve sed kesî.

Dewletên kûr û şerê psîkolojîk rêbaza fêrkirina cinayetê dimeşînin. Asta nerazîbûnan dipîvin. Li rewşa dinyayê û welêt dinêrin. Li rewşa muxalefetê dinêrin û eger rewş cidî be wê cinayetê taloq dikin. Eger firsendê bibînin jî pêk tînin. Yanî sûîqastê dikin. Pêşî nûçeya mirinê radigihînin. Heta ku gel xwe amade bike rabe ser piyan, vê carê jî nûçeya nemiriye radigihînin. Careke din nerazîbûn disekine. Piştre nûçeya ne sûîqast, sekteya dil an jî rewşa wî nebaşe radigihînin. Vê carê jî doktorek derdikeve û dibêje rewşa nexweş başe.

Ev rewş jî dirêj dibe. Li gorî rewşê nûçeya mirinê bi mehan dewam dike. Li Îmraliyê ev yek mumkun e. Dixwazin ku vê girseya bi guman fêrî nûçeya mirinê bikin. Divê gel rasterast berê xwe bide hedefekê. Divê Ocalan biaxive û kes guh nede daxuyaniyan. Saxbûna Ocalan tenê bi axaftina wî eşkere dibe. Divê her kes kampanya bila Ocalan biaxive bide meşandin. Divê milyon rabin ser piyan.

Ewlehiya Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo paşeroya Tirkiyê jî jiyanî ye. Hewldaneke li dijî canê wî wê Tirkiyê bike agir. Ji vê rewşê jî herî zêde xelkê Tirkiyê zerarê bibîne. Wê welat derbasî rewşeke bê meclîs û bê muxalefetê bibe. Lewma muxalefet ji bo pêşî li sûîqasteke muhtemel bigre divê bi HDP’ê re hevkariyê bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv