Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Veysî Sarisozen: Daxuyaniya HPG’ê û talûkeya mezin

 

DAXUYANIYA HPG’Ê Û TALÛKEYA MEZIN
VEYSÎ SARISOZEN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Fermandariya HPG’ê ya qada Metîna û Xabûrê daxuyaniyek krîtîk weşand. HPG’ê ragihand ku tevgera PDK’ê ya li dijî hêzên gerîla wê encamên talûke bi xwe re bîne. Li gorî daxuyaniyê tê gotin ev tevgera PDK’ê wê rê li ber pevçûnên mezin veke. Ev yek ji bo doza Kurd û Kurdistanê wê zerarên mezin pêk bîne.

Rejîma Erdogan jî li ser riya şerê sar ji bo rojhilateke navîn beyî Kurdistanê dimeşe. Li Başûrê Kurdistanê gavên ji bo şerekî navbera Kurdan hewldanên wî hene û ev yek encamê dide.

Daxuyaniya HPG’ê jî vê talûkeyê nîşanî me dide. Bûyera herî dawî eger bi riya diyalogê çareser nebe, yanî PDK û gerîla şerê hev bikin wê Iraq têkeve dewrê. Di vê rewşê de wê hêzên HPG’ê zerarê bibînin. Lê zerara mezin jî wê li PDK’ê bibe.

Wê qels bibe û rê bide hêzên Iraqê ku beşdarî şer bibin. Dibe ku Îran û Sûrî di cih de mudaxele nekin. Lê Başûrê Kurdistanê wê di navbera Iraq û Tirkiyê de bimîne. Kerkûk û Mûsil çawa ji dest çû wê Hewlêr jî biçe. Wê li statuya dema Seddam vegerin.

Di rewşeke wiha de wê Rojava jî bêparastin bimîne. Wê PKK’ya beyî Rojava têxin meriyetê. Artêşa Amerîkî jî wê li ser axa Başûr hebûna xwe bidomîne. Dewleta Tirk hevkariya xwe ya bi Amerîkayê li ser vî esasî dimeşîne.

Ji ber vê yekê şerê li Başûrê Kurdistanê û qehremaniya gerîlayan ji bo statuya xelkê Kurd a li Kurdistanê ye.

Di vê PDK’ê ji vê helwesta xwe ya întîharê vegere. Ew gerîkayên ku axa Başûr ji dagirkeran rizgar dikin dostaniya wan bike.

Îca em li Tirkiyê vegerin. Muxalefet jî li dijî rejîma faşîst qala pergala parlementeriyê dike û wextê xwe wilo derbas dike.

Eger Erdogan û hevkarên wî yên sûc neçarî îstîfayê bikin û ji meclisê vekişin wê demê bi hevkariya hemû partiyan wê hilbijartinek pêşwext çêbibe û rejîm hilweşe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv