Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Trajediya li ser sînorê Ewrûpayê: Koçber xwe ji bo zivistana dijwar re amade dikin

 

TRAJEDIYA LI SER SÎNORÊ EWRÛPAYÊ
KOÇBER XWE JI BO ZIVISTANA DIJWAR AMADE DIKIN

Di sermaya zivistanê de sînorên du welatan, têlên rêsayî, rêza polêsên bi kincên şîn, û girseyên koçberên hejar…

Ev der sînorê Belarûs-Polonyayê ye ku di heman demê de Ewrûpaya zengîn ji welatên xizan vediqetîne.

Ewrûpaya bi kolonyalîzm û talana welatan bû xwedî aboriyeke pêşketî, niha naxwaze tiştekî bi xizanên cîhanê re parve bike; bi têlên rêsayî û hêzên ewlekariyê halxweşiya xwe diparêze.

Herçî koçberên li ser sînorên Polonyayê ne, digel vê pozîsyona Ewrûpayê ya li dijî hiqûqa navneteweyî û wijdana mirovahiyê, bi israr sekna xwe didomînin.

Piştî êrişê jî girseya mezin a koçberan li derdora devera deriyê sînor Brûzgî man û bi qêrîn û sloganan daxwaza vekirina sînoran kirin.

Li aliyekî din, gelek ji koçberên li ser sînor berê xwe dan kampa seyar a nêzîkî vê deverê û li wir dest bi amadekariya zivistanê kirin.

Hin malbatên koçberan jî ku mirov dikare bêje xwedî şens in, ji aliyê rêvebiriya Belarûsê ve li navenda avahiyên lojîstîk ên Brûzgî tên bicîkirin.

Herwiha rêvebirî û Xaça Sor a Belarûsê ji bo koçberên li ser sînor, dest bi alîkariya xwarinê ya rojane kir.

Koçberên ku êdî tu derfetên wan neman, her roj ji bo qetek nan û xwarineke germ, bi saetan li ber metbexên seyar rêz dibin.

Di v ê navberê de doktoreke Polonî ku kurtedemek berê li devera krîzê bû, derbarê muameleya li hemberê koçberan de agahiyên balkêş dan.

Doktora Polonî Paûlîna Bownîk got, wê li nava daristanên her du welatan gelek koçberan dîtiye ku hin ji wan rastî şîdetan hêzên Polonî û Belarûsî hatine.

Bownîk da zanîn, polêsên herdê welatan bi lêdaneke giran, parsû û milên wan şikandine.

Li aliyekî din, dîplomasiya li dora çareserkirina krîza dawî ya li ser sînorên Yekitiya Ewrûpayê, bi hewldanên Almanyayê didome.

Serokwezîra Almanyayê piştî Pûtîn, vê carê jî li serokê Belarûsê Aleksandir Lûkaşenko geriya û krîza dawî pê re nîqaş kir.

Bi vî awayî piştî xerabûna têkiliyên Ewrûpa û Belarûsê, Merkel bû lîdera ewil ya welatên Yekitiya Ewrûpayê ku bi Lûkaşenko re axivî.

Mixabin di ajandaya Merkelê de bi tenê berjwendiyên Almanyayê hene û bi tu awayî tê de mafên însanî ya koçberên li ser sînor cî nagire.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv