Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

TKP/ML TÎKKO nasnameya 2 şehîdên xwe ragihand 08.10.2020

TKP/ML ragihand ku gerîlayên TKP/ML TÎKKO Alî Kemal Yilmaz û Gokçe Kûrban li Dersimê şehîd bûne û diyar kirin ku wê di xeta şerê gel de israr bikin.

Buroya Komîte-Siyasî ya Navendî ya TKP/ML bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera 1-4’ê Cotmehê de li navçeya Pulurê ya Dersimê gerîlayên TKP/ML TÎKKO şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di oprasyona ku faşîzmê bi hemû derfetên xwe yên leşkerî meşand, endamê partiya me, Fermandarê Herêma Dersimê Ozgur (Alî Kemal Yilmaz) û ji şervanên TÎKKO milîtana pêşeng a partiya me Asmîn (Gokçe Kûrban) şehîd bûn.”

Di daxuyaniya TKP/ML de hate gotin, “Dem ew dem e ku ya zor û zehmet bi ser bixin, ya nepêkan bi cih bînin” û hate destnîşankirin, “Bi biryardariyeke xurtir, hîn bi israr em ê li ser xeta Şerê Gel têbikoşin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv