TJA Û MECLÎSA JINAN A HDP’Ê LI STENBOLÊ ŞAHÎ LIDAR XISTIN
“JI HEVRÎNAN HEYA DENÎZAN EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN JIYANA AZAD AVA BIKIN”
Tevgera Jinên Azad TJA, bi dirûşma “Ji Hevrînan heya Denîzan em têkoşînê mezin bikin, jiyana azad ava bikin!” şahiyek lidar xist.
Şahî li avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeya Esenyûrt a Stenbolê pêk hat.
Hevseroka rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, axaftina destpêkê kir û bal kişand ser êrişên li dijî jinan.
Elîf Bûlût êrişên li dijî jinan bibîr xist û weke mînak jî cezayê li berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hatiye birîn nîşan da.
Pişt re jî parlamentera HDP’ê Ya Batmanê Feleknas Ûca axivî
Feleknas Ûca destnîşan kir ku desthilata AKP/MHP’ê dixwaze çavê jinan bitirsîne.
Parlamentera HDP’ê jî cezayê li berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan Hatiye birîn bibîr xist.
Piştî axaftinan, jinan li ber stranên hunermend Baran Bozyel, govend gerandin.