AQÛBETA GERÎLAYÊN LI XELÎFANÊ
“TIŞTA DIJMIN NEKARÎ BIKE PDK DI BIN NAVÊ KURDÎTIYÊ DE DIKE”
26’ê Tîrmeha 2021’ê koma gerîla ya ji sê kesan pêk dihat, dema di gundê Bêxme yê Xelîfanê re derbas dibûn, ket kemîna hêzên PDK’ê.
Bi çekên giran êrişê gerîlayan kirine û ji wê demê ve aqûbet wan her sê gerîlayan nayê zanîn.
Heta niha HPG’ê û KCK’ê çend caran li ser bûyerê daxuyanî dane û ji PDK’ê xwestine aqûbeta wan sê gerîlayan eşkere bike. Lê heta niha PDK’ê di derbarê wan de ti tişt negotiye.
Di derbarê vê mijarê de çalakvan û parêzerên navçeya Koye ji Rojnews’ê re axivîn.
Çalakvanê bi navê Merîwan Hesen diyar dike ku îstixbarata PDK’ê Parastin, li malbatên gerîlayan ên xwestine aqûbeta zarokên wan eşkere bikin, gef xwarine
Parêzer û Çalakvanê Sivîl Biryar Mişîr jî li ser mijarê dibêje, PDK ji jiyana wan sê gerîlayan berpirs e, divê aqûbeta gerîlayan eşkere bike.