Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Li Idlibê şer dewam dike

 

Tevî gefên rêjîma Tirk jî şerê li derdora Idlib û Rojavayê Helebê dewam dike..

Ji doh ve balafirên Rûsyayê bi dehê caran herêm bombardiman kir..

Fermandariya Rûs a li baregeha Humeymîmê jî ragihand ku ji Idlibê 2 balafirên şer ên bê mirov rabûne û ji aliyê wan ve hatine xistin..

Dewleta Tirk bi hêviya ku operasyona li dijî komên wê yên çete raweste, ji doh ve li Rûsyayê di nava danûstandinan de ye..

Lê tevî van hewldanan jî ne Rûsya û ne jî rêjîma Sûrî êrişên xwe ranewstandin..

Bi taybet jî Rûsya, demên dawî êrişên xwe ên hewayî li herêmê zêde kirin..

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku ji doh ve balafirên Rûsyayê 110 êrişa li dijî herêmên Rojavayê Helebê û devera di navbera Idlib û Efrînê de pêk anîn..

Di vê navberê de komên çete ên girêdayî dewleta Tirk bi rêya balafirên bê mirov hewl didin êrişî navendên Rûsyayê bikin..

Serokê Navenda Leşkerî ya Rûsyayê li Humeymîm Yûrî Bûrnekov ragihand ku doh 2 balafirên şer ên bê mirov ji Idlibê rabûn û xwestin êrişî baregeha wan bikin..

Bûrnekov diyar kir ku herdû balafir ji aliyê sîstema wan a parastina hewayî ve hatin bê bandorkirin..

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Ji efserê TSK’ê berteka operasyonê: Bi dehan mirî û birîndarên me hene

Stêrk Tv

Mûrat Karayilan îro di saet 18’an de yê qala şerê taybet ê Dewleta Tirk bike!

Mustafa

Rêber APO: Jina herî bedew jina azad e.

Stêrk Tv

Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin 12.12.2020

Stêrk Tv

Bedran Çiya Kurd: Hikumeta Almanya dixwaze dagirkeriya dewleta Tirk li Rojava fermî bike 21.10.2020

Stêrk Tv

ڕاڤەی ڕۆژ ئەمشەو چوارشەممە کاتژمێر ١٩:٠٠ بەکاتی ناوەندی ئەورووپا پێشکەش دەکرێت.

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!