Dinya alem ji bo krîza avhewayê li Glasgowê kom bûn; lê Erdoganê Tirkiyê ji ber derdekî pir girîng beşdarî vê civîna krîtîk nebû…Konvoy..Erê, meseleya konvoyê…Kesî destûr neda, Erdogan bi motor û wesayîtên li pê hev rêz dibin bikeve Skotlandê…Ew fêr bûye, biçe ku, gerek qasî artêşek jî konvoy hebe li dûv wî, hêza xwe ji wê digre…An jî, ji wîtirê wiha hêza xwe nîşanî xelkê dide…Lê tam berovajî, Erdogan bi vî halê xwe bû mijara rexneyan.
TIRKIYE BEŞDARÎ CIVÎNA BO PARASTINA XWEZAYÊ NEBÛ
BRÎTANYA DESTÛR NEDA ERDOGAN TEVÎ KONVOYEK DIRÊJ BIKEVE GLASGOWÊ
Di zîrweyên Erûpayê de, di ajandaya şefê rejîma Tirk Erdogan de, piştî G20’an, civîna bo avhewayê ya li Glasgowê û li wir jî hevdîtina bi serokê Amerkî Biden re hebû.
Lê ew, weke ku haya wî ji naveroka civîna COP-26’an a bo parastina xwezayê tunebe, xwest tevî egzoza bi sedan wesayitan bide ser riya Glasgowê.
Ji ber destûr nehat dayîn jî, Erdogan weke her carê dîsa xwe xeyidand û şûnve li Tirkiyê vegeriya.
Li gor agahiya ku rayedar bo ajansa Reutersê ragihandine, mesele, daxwazên Erdogan ên protokolê ne.
Rayedarên Brîtanî hejmara wesayîtên ku Erdogan ji wan talep kiriye, qebûl nekirine û Erdogan jî ev kiriye bahane.
Xwiya ye, ne xweza, ne jî rewşa cîhanê; lê tek derdê Erdogan hevdîtina bi serokê Amerîkî Bîden re bû ku li Îtalyayê gihaşt hedefa xwe.