Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tevna Qirêj a li Ser Şengalê

 

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dîsa rêveberiya Bexdayê li dijî PKK’ê sor kir.
Barzanî got: Me û Bexdayê li ser Şengalê peyman girêdaye lê Iraq vê bi cih nayne.
Di heman axaftinê de îdia kir ku PKK li Şengalê ye.
Lê balkêş e dema Barzanî ev peyam didan, sefîrê tirk ê berê yê bexdayê Murat Ozçelîk jî di bernameyekê de digot; Tirkiye û PDK li Şengalê bi hev re tevdigerin.

TEVNA QIRÊJ A LI SER ŞENGALÊ
SEFÎRÊ TIRK MURAT OZÇELÎK: EM Û PDK LI ŞENGALÊ BI HEV RE TEVDIGERIN

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 26’ê cotmehê li Hewlêrê beşdarî foruma Înstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn MERI’yê bû.

Forum li bin navê “Ji bo herêmeke bi îstîkrar Iraqeke bi îstîkrar” hat lidarxistin.

Lê peyamên Nêçîrvan Barzanî bi xwe îstiqrara herêmê dixin talûkê.

Di ser hilbijartinên parlemena Iraqê re du heftî derbas bûne.

Hêj li holê hikûmeteke hatî avakirin tine ye.

Bazarên li ser koalîsyonan, hevdîtinên ji bo postê serokwezîrtî û serok-komariyê didomin.

Di atmosfereke wisa de peyamên Nêçîrvan Barzanî îşaret bi van bazaran jî dikin.

Barzanî di axaftina xwe de PKK’a ku li dijî dagirkeriya Tirk Başûrê Kurdistanê û Iraqê diparêze hedef girt.

Li ser pirseke der barê Şengalê de jî Neçîrwan Berzanî xwest peymana 9’ê Cotmehê were bicihanîn.

Ev peymana navborî her çend di navbera PDK û Bexdayê de hatibe girêdan jî bi belgeyan derket holê ku bi navtêdana Amerîkayê û bi zextên dewleta Tirk hatiye îmzekirin.

Nêçîrvan Barzanî îdia kir PKK li nav sînorê Iraqê dibe sedema aloziyan û daxwaza xelkê Şengalê ji bo xwerêvebirinê paşguh kir û got:

Sedema sereke ya cîbicîknekirina peymana asayîkirina rewşa Şingalê jî PKK ye.

Barzanî bi vî awayî bang li Iraqê kir ku midaxaleyê PKK’ê bike.

Peymana me heye û çima ev nayê cîbicîkirin.

Dema Barzanî di forumê de diaxivî, sefîrê tirk ê berê yê Bexdayê Murat Ozçelîk jî bersiv didan pirsên rojnamevan Ruşen Çakir.

Murat Ozçelîk eşkere kir ku li dijî PKK’ê dewleta tirk û PDK bi heman stratejiyê hereket dikin û got:

Duh kesên ku em rexne dikirin îro dibînin ku em bi PDK’ê re li Şengalê bi hev re herekatê dikin.

Ji axaftinên dîplomatê tirk jî kişf dibe ku di êrişên li ser Şengalê de dewleta Tirk bi PDK’ê re bi koordînasyon dikin.

Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyên xwe ve li gel dagirkeriya Tirk dixwaze Iraqê jî bi PKK’ê re bide şerkirin.

Demeke ku welatên ereb li dijî pîlanên dagirkeriya tirk a neo-osmanî radibin, Barzanî ji bo bicihanîna xeyala emperyal rejîma Tirk, qasidiyê dike.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Şehîdên Herêma Cîloyê

Stêrk Tv

Debbie Bookchin: ‘Divê neheqî bi dawî bibe PKK ji lîsteyê were derxistin’

Stêrk Tv

Nobeta edaletê ya xizmên girtiyan di roja 16’an de ye

Stêrk Tv

Krîza aborî û polîtîkayên şer û talanê

Stêrk Tv

Omer Ocalan pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê û xwedîderketina li Rêber Apo nirxand

Stêrk Tv

Li Strasbourgê Kurd û dostên xwe bang li Konseya Ewrûpayê kirin

Stêrk Tv