PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
TEVGERA AZADÎ LI BINARÊ QENDÎLÊ BI XELKÊ RE CIVIYA
Di çarçova pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’, Tevgera Azadî der barê metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de, bi xelkê Binarê Qendîlê re civiya.
Di civînê de behsa, xeta xiyanet û komployên dijî Kurdan jî hate kirin.
Hate gotin ku dewleta Tirk dixwaze di nava Kurdan şer çêbibe, ji bo vê jî Tirkiye PDK’ê ji bo şer amade dike.
Ji bo ku şer çênebe, divê her kes dijî pîlanên dewleta Tirk raweste.
Xelkê Binarê Qendîlê di civînê de destnîşan kir ku wê li dijî vê pîlanê bisekinin.
Xelkê Binarê Qendîl ji endamên Tevgera Azadî xwest ku pirsgirêkên li herêmê yên civakî, zevî û erd bi alîkariya Tevgera zadî werin çareser kirin.