Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Tenê di heftiya dawî de bi dehan eskerên Tirk hatin kuştin

 

JI GERÎLA DERBÊ DIXWE Û BERÊ XWE DIDE GEL
TENÊ DI HEFTIYEKE DAWÎ DE BI DEHAN ESKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Li Zap, Metîna û Avaşînê ji 23’yê Nîsanê ve berxwedaneke mezin a gerîla heye.

Artêşa dewleta TIrk a dagirker dike û nake nikare ji bejahî ve bipêşkeve.

Ji bo deverên nû dagir bike, rojane bi balafirên xwe yên şer, helîkopteran û ji qereqolên li ser sînor qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dike.

Ango dixwaze bi teknîka xwe ya şer encamê bi dest bixe.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê jî bi gerîlatiya dema nû, vê teknîka şer heta astekê pûç dikin û derban li artêşa dagirker dixin.

Dema em berê xwe bidin çalakiyên vê heftiya dawî, ev asta pûçkirina teknîka artêşa Tirk ji aliyê gerîla ve, xwe dide der.

Gerîla ne tenê li Zap, Metîna, Avaşînê û herêmên din ên Parastina Medyayê, vê heftiyê li Bakurê Kurdistanê jî pirr aktîf bû.

Li gorî daxuyaniyên navenda ragihandinê û çapemeniya ya HPG’ê çalakiyên gerîlayan û encamên wan wiha ne:

6’ê Tebaxê li navçeya Colemêrgê Şemzînanê wesaîteke zirxî yê bi tîpa kirpî li nêzî qereqola Gemanê tevî 8 eskerên tê de îmha kirin.

10’ê Tebaxê li Girê Îndirme yê bi ser Xantûra Heftanînê ve gerîlayên YJA-Starê çalakiyek sabotajê kirin.

Di vê çalakiyê de gelek dagirker hatin kuştin.

10’ê Tebaxê li quntarên Girê Sor ê Avaşînê gerîlayan li dagirkeran dan û eskerekî Tirk hat kuştin.

11’ê Tebaxê di çalakiya gerîlayên YJA-Starê de li Metîna eskerekî Tirk hat kuştin.

12’ê Tebaxê li navçeya Colemêrgê Çelê di çalakiya li dijî qereqola Girê de 3 dagirker hatin kuştin.

14’ê Tebaxê li Girê Koordîne yê Metîna 2 dagirker hatin kuştin.

15’ê Tebaxê li Girê Koordîne yê Metîna gerîlayan operasyoneke şoreşgerî li darxistin.

Di vê çalakiyê de herî kêm 14 eskerên Tirk hatin kuştin.

15’ê Tebaxê li Girê Sîser ê Heftanînê di çalakiya gerîlayan de 2 dagirker hatin kuştin.

16’ê Tebaxê li Girê Azad eskerekî Tirk hat kuştin

Heman rojê gerîlayan li navçeya Colemêrgê Geverê li nêzî qereqola Wargenima wesaîteke bi tîpa kirpî tevî 9 eskerên tê de îmha kirin.

Di van çalakiyan de bi giştî 41 eskerên artêşa dewleta Tirk hatin kuştin û gelek esker jî birîndar bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv